‘Em ê bi hêza xwser û parastina cewherî li qada bin’ 2018-11-24 09:15:42   DÊRSÎM- Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Ozlem Toprak diyar kir ku îro li dijî tundiya serdest ya mêr li seranserê cîhanê têkoşîn tê dayîn û wiha got: “Yên li Îzlandayê dibêjin ‘karê wekhev, heqdestê wekhev’, yên li DYA û Ispanyayê kolanan dihejînin. Em li Şengalê ne, li Rojava ne. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de bên qadan.   Jinên li Tirkiye û Kurdistanê bi bername û çalakiyên xwe li qadane, di 25’ê Mijdarê de ji bo hevdîtina mezin xwe amade dikin. Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Ozlam Toprak diyar kir ku têkoşîna ku jinên cîhanê didin hevpare û got wê bi hêza xweser û parastina cewherî ligel hev bin û têbikoşin.   Ozlemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şîdeta li ser jinê her diçe zêde dibe. Yên tacîz û tecawiz dikin û dikujin dibêjin întîxar kirine û xwe wisa xilas dikin. Dewlet kujeran bêceza dihêle. Polîtîkayên dijminê jinê didomin. Divê em li her cureyê şîdetê têbikoşin. Divê em hemû jin bi parastina cewherî û hêza xweser ligel hev bin.”   Ozlemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jinan dest ji têkoşînê bernedaye û hemû têkoşîna jinan a li cîhanê hevpare û wiha dawî lê anî: “Yên li Îzlandayê dibêjin ‘karê wekhev, heqdestê wekhev’, yên li DYA û Ispanyayê kolanan dihejîne. Em li Şengalê ne, li Rojava ne. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî qadên 25’ê Mijdarê bibin.”