Jinên Colemêrgê: Dengê Leyla Guven bilind bikin tecrîdê bişkînin 2018-11-24 09:04:27   COLEMÊRG - Çalakiya ku ji aliyê parlementera Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo ku şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 16’emîn de berdewam dike. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û bang li jinan kirin ku dengê Leyla Guven bilind bikin.    Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Çalakiya Leylayê di roja xwe ya 16’emîn de berdewam dike. Jinên Colemêrgê diyar kirin ku çalakiya ku Leylayê daye destpêkirin çalakiyeke bi rûmet e û bang li hemû jinan kirin ku ji çalakiya Leyla Guven re bibin dengê têkoşînê.    ‘Bi çalakiya Leylayê dîwarên tecrîdê hatine şikandin’   Ji jinan Kutrê Turan anî ziman ku daxwaziya Leyla Guven daxwaziya hemû jinan e û got ku divê hemû jin xwedî li çalakiya Leylayê derbikevin û wiha axivi;” Em naxwazin ku Leyla Guven di girtîgehê de be. Ew bi vîna me hate hilbijartin, mafê wê girtîgeh nîne. Divê wekî her parlementeran ew jî nav gelê xwe de siyaseta xwe bide meşandin. Bi salane em li hemberî zordestiyê berxwe didin. Bi çalakiyên demokratîk me têkoşîna xwe heya vê astê aniye. Bi çalakiya greva birçîbûnê Leyla Gûven ji daxwazên gel re bûye deng. Bi çalakiya Leylayê dîwarên tecrîdê hatine şikandin. Deng bidin çalakiya Leyla Guven daxwaziya wê daxwaziya me ye.”    ‘Dengê Leyla Guven bilind bikin, tecrîdê bişkînin’   Jina bi navê Fatma Edîş jî da zanîn ku tecrîd binpêkirina mafên mirovahiyê ye û got ku bi çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven jinên kurd dawetî têkoşînê kirine û wiha domand;” Di şexsê Leyla Guven de jinên kurd bi salane li hemberî vê hişmendiya baviksalarî û desthilatdar berxwe dide. Hikûmeta tirk bi salane bi hewlêdanên girankirina tecrîtê polîtikayên xwe dide  meşandin. Gelê kurd ji xeynî rakirina tecrîdê dixwaze Abdullah Ocalan êdî azad bibe. Di şexsê Leyla Guven de niha gelê kurd di zîndanan tên dîlgirtin. Divê hikûmet dev ji vê helwesta xwe berde. Tecrîd şerma mirovahiyê ye. Dengê Leyla Guven bilind bikin, tecrîdê bişkînîn.”    ‘Hikûmeta AKP’ê divê bi lez dawî li tecrîdê bîne’   Azîze Çetîn jî derbarê tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de got ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinên Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû;” Leyla Guven pêşenga têkoşîna jinên bindest e. Li her qadên jiyanê divê em jin xwedî li vîna xwe derbikevin. Hikûmeta tirk bi girtina Leyla Guven vîna me û biryara me tune hesibandiye û bi vî awayî vîna me ceza kiriye. Ger ku hikûmet ji çalakiya Leyla Guven re nebe bersiv û dawî  li tecrîdê nîne, em jî dê li malên xwe dest bi greva birçîbûnê bikin. Hikûmeta AKP’ê divê bi lez dawî li tecrîdê bîne.”