'Li dijî tundî û îstismarê em ê têkoşînê mezin bikin' 2018-11-23 14:19:15   AMED / WAN - Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê bi minasebeta 25’ê Mijdarê daxuyanî da û diyar kir ku her diçe şideta li dijî jinê zêdetir dibe û krîza aborî şideta li dijî jinan kûrtir dike. Navenda Jinan got di 2018’an de  hezar û 119 jin ji ber şidetê serî li navenda wan dane û şideta li ser jinê wek êrîşek polîtîk pênase kir. Li Wanê jî di çarçoveya 25'ê Mijdarê de Komisyona Mafên Jinan a Baroyê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Endama Komisyona Mafên Jinan a Baroyê Rabia Ozgokçe axivî û got:"Qadên jinan ên jiyanê bi zaneyî teng dikin."   Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinan a Navnetewî li ber Dadgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û gelek parêzer beşdar bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya bi kurdî parêzer Semra Balyan û ya bi tirkî jî parêzer Gamze Yalçin xwend.    Parêzer Semra Balyan di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser naverok û armanca 25’ê Mijdarê û têkoşîna her sê xwişkên Mirabel ên li welatê xwe Komara Domînîkê li dijî dîktatoriya Trujillo têkoşiyan e.    Semra da zanîn ku li Tirkiyeyê di sala 2018’an de hat tespît kirin ku li nexweşxaneya navçeya Bagcilar a Stenbolê 392 û li nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman a navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê 115 keçikên biçûk ducanî mane û lê gilî li meqamên dadî nehatiye kirin û li gel vê tespîtê jî di der barê berpirsiyaran de lêpirsînek bi bandor heta niha nehatiye meşandin. Balyan anî ziman ku jinên ku dixwazin ducaniyên ji ber êrîşên zayendî bi dawî bikin, rastî pirsgirêkên sepandinê tên û ev jî dibe sedem ku ew jin carek din bihincirin.   Semra bi bîr xist ku li Tirkiyê tundî her sal zêdetir dibe û got: “Ji bo sûcên êrîşên zayendî, tê xwestin ku qanûnek nû bê derxistin û bi mebesta tunekirin an jî hindikkirina daxwaza zayendî, kiryarên van sûcan bi rêya kastrasyona fîzîkî an kimyewî bêne xesandin. Lê ev daraştin wê jinan neparêze. Ji ber ku tundiya li hember jinan tenê bi rêya ji holê rakirina newekheviya di nav jin û mêran de û bi afirandina politikayên di vî warî de dikare bê astengkirin.”     Semra destnîşan kir ku kûrbûna krîza aborî ya li Tirkiyê dibe sedem ku di warê kar û xebatê de jin rastî cihêkiriyê bên û got: “Ji ber îxtîmala heml girtinê jinan nagirin kar an jî ew ji kar têne derxistin. Jin li kargeha rastî mobbîngê tên, hejmara personelên peymandanî û demborî û zêde bûna şert û mercên xebata vezelok herî diçe zêdetir dibin. Ji ber van sedeman jin ji ewlehiya kar mehrûm dimînin.”     Semra serdema Rewşa Awarte (OHAL) jî bi bîr xist û got: “Di serdema Rewşa Awarte de dest li ser şaredariyan hatiye dayîn û qeyyûm hatine wezîfedarkirin. Li şaredariyan serokatiyên beşên jinan hatine girtin, dîsa gelek saziyên jinan ji ber rewşa awarte hatine girtin, gelek aktîvîst û şaredar û parlamenterên jin hatine girtin. Aşkere ye ku ev kirin, li dijî destkeftinên jinan in. Her wiha bi taybetî bi rêya pêş derxistina jinên li gundewaran dijîn, jinên ku endamê hin komên etnîk in, wek jinên kurd, jinên astengdar, jinên lezbiyen, jinên penaber û koçber ku civakê de bêtir rastî cihêkirinan tên; divê ji bo ber lê girtin û têkoşîna li hember tundiyê, tedbîr bêne sepandin”    Semra diyar kir ku di sala 2018’an de hezar û 119 jin serî li Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê dane û wiha got: “Ji wan 606 jin rastî tundiya fîzîkî, 630 jin rastî tundiya gotinî, 609 jin rastî tundiya hestewarî, 600 jin rastî tundiya aborî, 272 jin rastî tundiya çandî, 245 jin rastî tundiya zayendî hatine û 505 jin jî bi şidetê hatine tehdîtkirin. Navenda me ji bo temamî van jinan alîkariya hiqûqî kiriye. Ev tablo jî bi tena serê xwe nîşan dide ku tundiya li dijî jinan gihiştiye çi astekî xeternak.”    Semra got ew dibêjin şideta li dijî jinê polîtîk e û ew xwedî wê hêzê ne ku dikarin Dinyayek bêyî tundiyê ava bikin û dê li dijî tundiyê bê deng namînin û têbikoşin.    Wan   Li Wanê jî di çarçoveya 25'ê Mijdarê de Komisyona Mafên Jinan a Baroyê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Endama Komisyona Mafên Jinan a Baroyê Rabia Ozgokçe axivî û got:"Qadên jinan ên jiyanê bi zaneyî teng dikin."   Li Wanê jî di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de Komisyona Mafên Jinan a Baroyê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Endama Komisyona Mafên Jinan a Baroyê Rabia Ozgokçe axivî û got:"Polîtîkayên ji çareseriyê dûr bandora neyînî herî zêde li ser jiyana zarok û jinan dike."   Her wiha Rabiayê diyar kir ku her jinê di serdema xwe de li dijî tundî û zextan li ber xwe dane û wiha got:"Qadên jinan ên jiyanê bi zaneyî teng dikin.Polîtîkayên ji çareseriyê dûr bandora neyînî herî zêde li ser jiyana zarok û jinan dike."