Meclîsa Jinên Merdînê starta hilbijartinê da 2018-11-23 13:29:48   MÊRDÎN –  Meclîsa Jinên Merdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 25’ê Mijdarê li Otela Marîdînê bi jinan hatin li gel hev starta hilbijartinê dan û taştê dan. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar wiha got: “Dema ev tecrîd neyê şikandin em nikarin xwe rêxistin bikin. Lewra jî banga me ji hemû jinan ew e ku li hember vê tecrîdê xwe bi rêxistin bikin.”   Meclîsa Jinên Merdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 25’ê Mijdarê li Otela Marîdînê bi jinan hatin gel hev starta hilbijartinê da  û taştê dan. Parmelementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunayi, Pero Dundar, Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan tevlî  start û xwarina taştê bûn. Li ser navê Meclîsa Jinên HDP’ê ya Mêrdînê Hevseroka HDP’ê ya navendê Eylem Amak daxûyaniyê xwend.   Eylem, anî ziman ku li dijî HDP’ê êrîş tên kirin, jin bi têkoşîna xwe partiyê diparêzin û wiha  berdewam kir: “Jin dê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin. Em ê qezanca jinan care kedin paş ve bigirin.  Bi salane ji bo demokrasi, edalet û wekheviyê  têkoşînek tê kirin û em ê di 2019’an de rûpelekî nû vebikin. Jinên ku di pergala hevserokatiyê de gav avêtine, gihaştine serkeftinê. Em jin tu carî gav paş ve navêjin. Em ê wek jinên Mêrdînê bi tilîlî, çepik, rengên xwe ve li qadan bin.” Eylem herî dawî bang li jinan, ciwanan û hemû kesan kir ku ji bo îradeya xwe serîlêdanan bikin.          ‘Kolan, tax û hemû der ê me jinan e’   Piştî Eylem, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axaftin kir. Pero bal kişand li ser çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven  û çalakiya wê pîroz kir û wiha got: “Ev çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin ji bo me bangek e. Hem ji bo berxwedanê û hem jî ji bo rêxistinê gelek girîng e. Divê em xwedî li vê bangê derbikevin û bi taybetî jî hevalên jin divê xwedî derbikevn. Bi minasebeta 25’ê Mijdarê em dikarin bi rêxistinî li pêşiya tundiyê bisekinin. Ev tundiya ku tê meşandin li ser hemû jinên cihanê tê kirin. Jin li derve û di malan de tim rastî tundiyê tên. Lewra jî divê em li dijî vê tundiyê bisekinin. Lewra jî divê em têkoşîna xwe xurtir bikin û bi hev re bimeşin. Kolan, tax û hemû der ê me jinan e. Ji ber vê yekê jî em mafê xwe li her derê dixwazin û digerin. Banga me ji hemû jinan û saziyên navneteweyî ew e ku pêşiya vê tundiyê bigirin. Her wiha ji hêla hiqûq û edalatê de jî çi pêwîst e divê bê kirin.”   'Jin xwedî têkoşînek girîng in'   Pero, di berdewamiya axaftina xwe de got ku îro bi hezaran jin û zarokên kurd  di girtîgehan de ne û wiha pêl da axaftina xwe: “ Dema mirov lê dinêre herî zêde jin û zarokên kurd di girtîgehê de ne. Her wiha herî zêde jinên kurd hatin kuştin û tên kuştin. Jinên kurd xwedî dîrokek dewlemend in. Jinên kurd gomlekekî ji agir li xwe kirine û derketine ser vê rêyê. Jinan êrîşên ku li dijî wan tên kirin tu carî qebûl nekirine. Jin xwedî têkoşînek girîng in. Jin xwedî dîroka agir in. Jinên kurd li Efrîn, Kobanî, Kurdistanê, Tirkiyeyê û li her deverê xwe bi rêxistin kirin bi ser ketin. Em jin xwedî, hêz, dîrok, civak û felsefeyek azad in. Ê ku me anî vê rojê Abdullah Ocalan bû. Em silavên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re dişînin û tecrîda ku li ser wî tê meşandin her wiha li ser hemû gelan tê kirin. Şikandina tecrîdê, şikandina êrîşên li dijî jinan e. Dema ev tecrîd neyê şikandin em nikarin xwe rêxistin bikin. Lewra jî banga me ji hemû jinan ew e ku li hember vê tecrîdê xwe bi rêxistin bikin.”   Jinan piştre dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û piştre dest bi xwarina taştê kir.