Ji siyasetmedarên li Girtîgeha Kandirayê ji bo Leyla Guven piştgirî 2018-11-23 12:14:31   ENQERE - Siyastemedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê girtîne greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav kirin û gotin:"Li dijî polîtikayên şer ên ku ji ser tecrîda Îmraliyê tên meşandin, em xwedî li serîlhildana Leylayê derdikevin."   Siyastemedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê ya Enqereyê girtîne, peyama piştgiriyê ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven re şandin. Leyla Guven ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 16 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.    Di peyamê de wiha hat gotin:   "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji tundiya li ser jinê ne cuda ye. Li dijî tifaqa tarî ya AKP-MHP'ê em ê têkoşîna azadiyê bidomînin. Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê her bisekinin. Rêhevala me Leyla Guven wekî jinekê bi hêz û serîhildana xwe li dijî tariyê disekine. Li dijî şer wê her aştî parast. Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û tecrîda giran a li Birêz Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe."