Bersûc nas e: Li Hatayê jinek hat qetilkirin 2018-11-23 11:36:36   HATAY - Li Navçeya Kirikhanê mêrê bi navê Çetin Dikbaş, Emine Dikbaş a ku xwest dev jî berde qetil kir.    Do di saetên bi şev de li Navçeya Kirikhana Hatayê Çetin Dikbaş, Emine Dikbaş a ku xwest dev jî berde bi çeka bi pompa qetil kir. Cîranên wan ên ku deng bihîstin agahî dan ekîbên tenduristiyê û jandarmayê. Ekîbên Tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Emîne jiyana xwe ji dest daye. Çetin Dikbaş jî hat binçavkirin.    Cenazeyê Emîneyê piştî lêkolînê şandin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.    3 zarokên ku li malê bûn teslîmî xizmên wan hatin kirin. Ji zarokan yek bi nexweşiya pençeşêrê bû.