'Jiyan bi têkoşînê xweş e' 2018-11-23 10:39:50   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne di nava şerdên dijwar de têkoşîna ji bo jiyanê didomînin û dibêjin:" 'Jiyan bi têkoşînê xweş e."   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî jinên ku li Şehbayê bi cih bûne peyama berdewamiya têkoşîna ji bo jiyanê dan û gotin:"Bi felsefeya Rêber Apo em têkoşîna xwe û rêxistina xwe didomînin û li dijî hemû tundiyan disekinin."   'Niha jin de hemû qadan de pêşengtiyê dikin'   Jina bi navê Mewlîla Husen wiha got:"Me li Efrînê 25 rojî li dijî hemû tundî û hovîtiyê li berxwe dan. Di bin top û bombeyên dewleta tirk de me şehîdên xwe defin dikir.Hat xwestin ku di şexsê gelê Efrînê de hemû Kurd bên tunekirin. Lê berxwedana serdemê bû bersiv ji bo dagirkeran û niha ev berxwedana me li Şehbayê didome. Em xwe fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe didomînin. Niha jin di hemû qadan de pêşegtiyê dikin û têkoşîna xwe mezintir dikin. "   'Efrîn warê jinên leheng e'   Her wiha Fikiret Îbo jî wiha got:"Baweriya me ji hêza jina Kurd ji şervanên YPG/YPJ'ê heye ku dê li hemberî hemû cureyên tundiyê me biparêzin. Em tu carî ji Erdogan natirsin û em ê heta dawî li dijî zilma wî derkevin. Efrîn warê jinên leheng e dê ji desthilatdaran re nemîne. Em ê tola şehîdên xwe hilgirin. Jiyan bi têkoşînê xweş e. Bi felsefeya Rêber Apo em têkoşîna xwe û rêxistina xwe didomînin û li dijî hemû tundiyan disekinin."   'Rastiya jinên Kurd doza azadiyê ye'   Selîme Muhemed bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyina jinê û wiha got:"Jin bi rêxistinbûyina xwe nehişt ku dagirker bigihêjin armanca xwe. Rastiya jinên Kurd doza azadiyê ye û em ê heta dawî ji bo azadiya xwe têbikoşin. Hat xwestin ku di şexsê jinên Efrînê de îradeya hemû jinan bişkînin lê ew ê negihêjin armanca xwe. Em ne balafir ne jî topên Erdogan nas dikin û em jê natirsin."