Jinên Minbicê: Divê jin li dijî hemû rengên tundiyê têbikoşin 2018-11-23 10:19:27   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Jinên bajarê Minbicê derbarê 25'ê Mijdarê de diyar kirin ku ew li dijî tundiya mêr piştiriya hevdu dikin û gotin:"Piştî Minbic bi ked û têkoşîna jinên Kurd ji DAÎŞ'ê rizgar bû li vir jiyanek nû dest pê kir. Niha em bi vê jiyana nû re li dijî tundiyê têkoşîna xwe mezintir dikin."   Derbarê 25'e Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, jinên Minbicê dan zanîn ku ew bi saya jinên Kurd rizgar bûne û wiha gotin:"Dema ku jin bibin yek û li dijî tundiyê serî hildin dê jiyan wê demê biguhere û xweştir bibe. Ya jiyana Minbicê xweş kirin jinên leheng ên Kurd in."   'Em ê lehengiya jinên Kurd a li dijî tundiyê ji bîr nekin'   Jina tirkmen a bi navê Meha Silo diyar kir ku Minbic bi saya jinên leheng ên Kurd hatiye rizgarkirin û wiha got:"Dema ku DAÎŞ li Minbicê bû jin bi gelek cureyên tundiyê rû bi rû diman. Lê piştî ku Minbic bi saya jinên Kurd ên leheng rizgar bû şûnde li vir jiyanek nû dest pê kir. Em ê lehengiya jinên Kurd a li dijî tundiyê ji bîr nekin. Divê hemû jin li dijî koletiyê li ber xwe bidin, mafên xwe biparêzin û rola xwe ya di nava civakê de baş bilîzin."   'Divê em yekîtiya jinan biparêzin'   Jina bi navê Cemîla Şêx Taha diyar kir ku DAÎŞ'ê rola jinê ya di nava civakê de tune dikir û wiha got:"Ez mamoste bûm û min ji ber tundiya DAÎŞ'ê zarok bi dizî perwerde dikir. DAÎŞ'ê perwerdeya ji destên jinan jî qedexe kiribû. Dema ku jin bibin yek tu hêz nikare bi me. Divê em yekîtiya jinan biparêzin."   'Zewaca di temenê biçûk de cureyekî tundiyê ye'     Jina bi navê Selwa Muhemed Elî jî wiha got:"Piştî Minbic bi ked û têkoşîna jinên Kurd ji DAÎŞ'ê rizgar bû li vir jiyanek nû dest pê kir. Niha em bi vê jiyana nû re li dijî tundiyê têkoşîna xwe mezintir dikin.Dema ku jin bibin yek û li dijî tundiyê serî hildin dê jiyan wê demê biguhere û xweştir bibe. Ya jiyana Minbicê xweş kirin jinên leheng ên Kurd in.Jin li Minbicê bi taybet di temenê biçûk de dihat zewicandin bi rizgarkirina Minbicê ev yek gelek kêm bû. Zewaca di temenê biçûk de cureyekî tundiyê ye. Piştî Minbic hat rizgarkirin şûnde hemû jinan di nava jiyanek wekhev de xwe bi awayekî azad îfade kirin."