'Em xwe û bajarê xwe bi destên xwe bi rê ve bibin' 2018-11-23 09:51:59    Şehriban Abi   WAN - Di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên herêmî yên HDP'ê de Komisyona Hilbijartinê ya Azad li Wanê hatibû avakirin. Herdem Acar a ku di nava komisyonê de cihê xwe digire wiha got:"Em xwe û bajara xwe bi destên xwe bi rê ve bibin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê 2 roj berê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku ew ê di 31'ê Adarê de pêk were starta amadekariyê da. Ji bo serîlêdanên namzetan Komisyona Hilbijartinê ya Azad hat avakirin. Herdem Acar a ku di nava komisyonê de cihê xwe digire wiha got:"Divê taybet jin serî lê bidin."   'Bila jin serê lê bidin'   Herdem acar wiha got:"Armanca me ew e ku jin di nava siyasetê de çalaktir bin. Loma bila jin serî ji bo namzetiyê lê bidin. Serîlêdan didomin. Her jinên ku bûne 18 salî dikarin serî lê bidin."   'Em ê şaredariyên xwe paşve bigirin'   Herdemê diyar kir ji bo serîlêdana namzetiyê eleqeyek mezin heye û wiha domand:"Em ê şaredariyên xwe paşve bigirin. Em dixwazin şaredariyan bi rengê jinê bi rê ve bibin. Em bang dikin ku ji her rengî jin serî lê bidin."