'Em ê rêxistina xwe xurtir bikin' 2018-11-23 09:49:16   WAN - Di çarçoveya çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê de jinan peyama "Em li dijî zihniyeta baviksalarî dengê xwe qut nakin, em ê bi têkoşînê li gel hevdu bin" dan.    Platforma Ahtamara li Wanê çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê de didomîne. Jinên ku li avahiya KESK'ê hatin gel hevdu, derbarê çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê de nîqaş kirin û peyama "Em li dijî zihniyeta baviksalarî dengê xwe qut nakin, em ê bi têkoşînê li gel hevdu bin" dan û gotin: " Em ê rêxistina xwe xurtir bikin."