Tora Parastina Jinan: Li dijî şîdeta mêr parastina cewherî 2018-11-23 09:18:08   Kevser Ozkaynak   STENBOL - Endama Tora Parastina Jinan Fulya Dagli, diyar kir ku divê li dijî şîdeta mêr parastina cewherî pêk bê û got sekna wan a di 25’ê Mijdarê de wê ji hemû êrîşan re, bersiv be.   Endama Tora Parastina Jinan û dildara Cihê Mor Fulya Dagli der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinan de nirxandin kir û destkeftiyên jinan û rêbazên têkoşîna jinan vegot.   Fulyayê di axaftina xwe de ewil zextên mêr-dewletê yên li ser jinê nirxand û got di vê nokteyê de 25’ê Mijdarê gelek girîng e û ew bi desthilatdariyek dijminê jinê re rû bi rû ne.   ‘Hêza êrîş da sekinandin jin bûn’   Fulyayê destnîşan kir ku yên êrîşên desthilatdariyê dikarin bidin sekinandin jin in.Fulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di sala dawî de bi hilbijartinan re bi guherîna rejîmê re hatin rû hev. Naveroka rapora komîsyona destberdanê, komxebata ji bo rakirina nefeqê, qanûna hejmara 6284 a jinan şîdetê diparêze, di bin êrîşa gotinî de ye. Di bin van şertan de di krîza aborî de şîdeta li ser jinan wê zêdetir bibe. Ne tenê ji mêrên di jiyana wan de û patronên wan, ji alî dewletê ve şîdet pêk tê. Rejîma faşîst a heyî bi kodên xwe yên xweser dikeve qadên me yên taybet. Li dijî van êrîşan dixwazin me tenê bihêlin.”   ‘Em ê di 25’ê Mijdarê de bersiva pêwist bidin’   Fulyayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku baweriya wê heye ku wê di 25’ê Mijdarê de ligel hev bin û wê bi awayekî xurt derbas bibe. Fulyayê wiha dawî lê anî: “Sekna jinan a di 25’ê Mijdarê de wê ji hemû êrîşan re, bersiv be.”