‘Divê kujerên Remziyeyê bên darizandin’ 2018-11-23 09:16:24   WAN - Remziye Bor a 7 mehî ducanî bû û di serdegirtina mala wê de hat qetilkirin, du sal ji ser mirina wê de derbas bû û dosyaya wê bi hinceta ‘ji ber endamtiya rêxistinê hewce bi lêpirsînkirinê tune ye’ hat girtin. Kiymet Abî got divê kujerên Remziyeyê di 25’ê Mijdarê de bên darizandin.   Di 19’ê Nîsana 2016’an de li taxa Hacibekir a Îpekyol a Wanê di serdegirtina mala Remziye Bor a 27 salî ku 7 mehî ducanî bû de Remziye Bor bi guleyên polîsan bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya lêkolînê ya Perwerdeyê ya Herêmî ya Wanê pitika wê bi sezeryanê jê hat girtin û Remziye jî 28 roj piştî têkoşîna jiyanê, jiyana xwe ji dest da.    Di 19’ê Nîsanê de hevjînê wê Îrfan Bor ku dema bûyerê ne li malê bû jî derket pêşberî dozger û hat girtin. Dozgeriyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ daxwaz kir ku Îrfan bê cezakirin.   Keça Remziyeyê Neval niha meta xwe wek dayika xwe dizane û bavê xwe jî li girtîgehê dibîne. Pîra Nevalê, Kiymet Abî jî bi wêneyên Remziyeyê bîhna xwe fireh dike.   ‘Neviya min bê dê û bê bav mezin bû’    Kiymetê bi lêv kir ku Remziye jinek gelek bi hêz bû û wiha got: “Salek bû zewicîbû. Xwest li ser axa hatiye dinê bê definkirin. Me daxwaza wê anî cih. Wêneyên wê hîna li dîwara ne. Ez nikarim li rûyê Nevalê binêrim. Ji ber ew roja bûyerê tê bîra min.Neviya min hem bê dê û hem jî bê bav mezin dibe. Neval meta xwe wek dayika xwe dizane. Meta wê jê re dayiktî kir.”   Kiymetê di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku kujerên Remziyeyê bên cezakirin got wê tu car hêrsa wê neqede û êşa wê jî bi dawî nebe.