ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2018'AN 2018-11-23 09:00:00   *Li Kurdîstanê bi salane jin bi klamên ku dibêjin çanda dengbêjiyê dane berdewamkirin. Dengbêjên jin ên Colemêrgê anîn ziman ku her klameke dibêjin  li hemberî pişavtinê mertalek e. BI DÎMEN   *3 zarokên Efrînê ku di encama bombebarana dewleta tirk de bê dê û bav man diyar kirin ku ew dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin ser axa xwe û gotin:"Em gelek bêriya Efrînê dikin. Em dixwazin dîsa vegerin ser axa xwe û ev şer bi dawî bibe."BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku wê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de li qadên ku nûneriya wekhev pêk nehatiye wê kêmasiyan ji holê rabikin û wiha got: “Pêvajoyeke ku ji her qadê jin tune tên hesibandin tê jiyîn. Em ê li hemû qadan kêmasiyan çareser bikin û têkoşîna xwe bimeşînin.”   *Endama Platforma Jinan a Ahtamarayê Neslîhan Şedal diyar kir ku der barê qetilkirina jinan de dane bi rayagiştî re nayên parvekirin û ev jî polîtîk e.BI DÎMEN   *Parêzer Pîrozhan Karalî diyar kir ku peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, têkoşîna ku der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê esas digire, li ser kaxizê maye û divê Tirkiye ku peyman îmze kiriye, tiştên hatiye ferzkirin, pêk bîne. BI DÎMEN   * Jinwar ku ji aliyê jinên Bakurê Sûriyeyê û jinên enternasyonalîst ve hat avakirin, di 25’ê Mijdarê de deriyên xwe vedike. Jinwar ku bi jinên cîhanê re kelecanek mezin afirand, hedef dike ku ji bo jinan bibe cihekî bi ewle.BI DÎMEN   *Remziye Bor a 7 mehî ducanî bû û di serdegirtina mala wê de hat qetilkirin, du sal ji ser mirina wê de derbas bû û dosyaya wê bi hinceta ‘ji ber endamtiya rêxistinê hewce bi lêpirsînkirinê tune ye’ hat girtin. Kiymet Abî got divê kujerên Remziyeyê di 25’ê Mijdarê de bên darizandin.BI DÎMEN   * Endama Tora Parastina Jinan Fulya Dagli, diyar kir ku divê li dijî şîdeta mêr parastina cewherî pêk bê û got sekna wan a di 25’ê Mijdarê de wê ji hemû êrîşan re, bersiv be.BI DÎMEN   *Leyla Teymur a binpêkirina mafan a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Rihayê tên jiyîn bi nameya ku şand vegot û diyar kir ku girtiya 65 salî ya nû anîne girtîgehê rastî lêgerîna tazî û tehdîdê hatiye, her wiha li gelek jinan lêpirsîn hatiye vekirin.   *Bi qeyûm û KHK’yên hatin derxistin 35 saziyên jinan hatin girtin û faaliyetên wan hatin sekinandin. Jinên rastî şîdetê dihatin û serî li van saziyan didan, piştî girtina saziyan jiyana wan ket bin xeterê û xebatên der barê pêşîgirtina şîdetê bi giştî hat sekinandin. Jinên hatin îxrackirin jî diyar dikin ku şîdet zêdetir bûye.   *Li Heseka Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd li keda hezar salan xwedî derdikevin. Jina Kurd a bi navê Nofa Xelo ya 70 salî ku li Bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê dijî yek ji jinên Kurd e ku dev ji çanda kevnar bernade û bi kêfek mezin xwedî lê derdikeve. Nofayê dibêje:"Ez hemû kilamên xwe ya bi hesreta azadiya Kurdistanê dema ku hiriya xwe bi teşiya xwe dirêsim, dibêjim."BI DÎMEN