Li Mêrdînê ji bo jinên girtî kart hatin şandin 2018-11-22 16:16:17   MÊRDÎN - Platforma Jinên Mêdînê, Meclîsa Jinên HDP’ê yên navend û navçeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re kart şandin.   Bernameyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî  berdewam dikin. Di çarçoveya vê bernameyê de Platforma Jinên Mêdînê, Meclîsa Jinên HDP’ê yên navend û navçeyan ji jinên girtî re ji Polstexaneya Mêrdînê  kart şandin.   Ji aliyekî din ve jî Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di çarçoveya çalakiyên  25’ê Mijdarê de li navçeya Mîdyatê jinên êzîdî, Sûryanî û yên li tekstîlê dixebitin ziyaret kir. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, endam û rêvebirên navend û navçeyê tevlî vê ziyaretê bûn.