Pervîn Buldan: Leyla Guven mafdar e divê tecrîd bi dawî bibe 2018-11-22 15:16:59   AMED - Hevseroka  HDP'ê Pervîn Bûldan got, divê demildest tecrîda li Îmraliyê rabe û berxwedana Leyla Guven slav kir. Bûldan li ser hilbijartinê jî got, "Em bi hêza gelê xwe bawer in, em dizanin ku em ê bi ser bikevin."   Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoweya bernamya Amedê de serdana KCD'ê kir. Pervîn Bûldan got, ew ji bo têkilî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven agahiyê bistînin û desteka xwe nîşan bidin hatine serdanê.   'Tecrîd di nava tecîrîdê de tê kirin'   Pervîn Bûldan diyar kir ku, Leyla Guven ne ji bo xwe lê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan biqede dest bi grêva birçîbûnê kiriye û bi bîr xist ku 3 sal û nîv in nahêlin ku Abdullah Ocalan malbat, parêzer û bi heyeta siyasî ya Îmraliyê re hevdîtinê bike. Pervîn got, tecrîd di nav tecrîdê de li ser birêz Ocalan tê danîn û ev tecrîd 20 sal in didome. Pervîn Bûldan her wiha diyar kir, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bi bîr xist ku mafê Abdullah Ocalan heye ku malbata xwe, parêzerên xwe bibîne, ev ji hêla hiqûqa Tirkiyê û navnetewî jî jî wiha ye. Pervîn diyar kir tecrîd di şexsê Ocalan de li ser gelê kurd û gelên Tirkiyê tê meşandin, her kes ji vê tecrîdê para digire.   'Piştî helwesta AKP'ê pêvajoya şer dest pê kir'   Pervîn  pêvajoya çareseriyê û muzakereyan ji 2011'an heta bi 2015'an bi bîr xist û got vê pêvajoyê ji bo gelên Tirkiyê hewayeke erênî aniye, gavên ji bo qadên demokratîk hatin avêtin pozîtîf bûn, dema ku wê demê hevdîtin dibûn hêstirê çavê kesî nediherîkî, kesek nedimir lê piştî  2015'an  ku AKP'ê ev pêvajo bi dawî kir dîsa rewşa şer dest pê kir û ev ji hêla gelên Tirkiyê ve nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir, ''Ji bo vê jî bi taybetî em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bi dawî bibe û Tirkiye bigihije rewşa aramî û ewlehiyê ku wê heq dike. Bi vê çarçoweyê di roja 15'an a grêva birçîbûnê de ku Leyla Guven a delal dest pê kiriye, bicihanîna van daxwazan wê were wateya bicihanîna daxwazên gelê kurd.''   'Biryara DMME'yê me eleqedar nake ne samîmî ye'   Pervîn  di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara li ser Selahattîn  Demîrtaş a DMME'yê, got, nayê qebûlkirin ku AKP vê biryarê di ser guhê xwe re bavêje û rewşa girtîbûnê ya Selahattîn Demîrtaş nehiqûqî ye û  xwest ku her kes destê xwe ji darazê bikişîne û di serî de Selahattîn Demîrtaş hemû siyasetmedar werin berdan.   Pervîn piştî ku pirsên rojnamegeran bersivandin bi heyeta xwe re ji KCD'ê veqetiya