'Em ê bi çand û hunera xwe Efrînê rizgar bikin' 2018-11-22 14:43:07   Ferîde Zade    ŞEHBA - Bi dirûşmeya "Ey ciwanên şoreşger, ey gelê welatparêz serî hildin Efrînê li benda me ye" Mîhrîcana Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Herêma Efrînê ya ku di 2 mijdarê de dest pê kiribû li Kampa Berxwedanê bi dawî bû. Jinên ku beşdarî mîhrîcanê bûn gotin:"Em ê bi çand û hunera xwe Efrînê rizgar bikin."   Bi dirûşmeya "Ey ciwanên şoreşger, ey gelê welatparêz serî hildin Efrînê li benda me ye" Mîhrîcana Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Herêma Efrînê ya ku di 2 mijdarê de dest pê kiribû li Kampa Berxwedanê bi dawî bû. Têkildarî mijarê de jinan gotin:"Em di nava hemû dijwariyan de li hunera xwe xwedî derdikevin. Dê Erdogan nikaribe îradeya gelan bişkîne."   Jina bi navê Roşîn Muhemed axivî û wiha got:"Îro em wek gelê Kampa Berxwedan tevlî Mîhrîcana Yekîtiya Ciwanên Rojava bûn, baweriya me bi ciwanên Efrînê hene. Rêber Apo dibêje "me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin" em jî wek gelê Efrînê heta dawiyê em ê berxwedana xwe berdewam bikin û li kêleka ciwanên xwe bisekinin,em ê bi çand û hunera xwe Efrînê rizgar bikin. Tu carî em Efrîna xwe ji dagirkeran re nehêlin."   'Em ê vegerin ser axa xwe'   Eye Cemîl jî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku ew ê vegerin Efrînê û wiha got:"Me gelek bêriya Efrînê kiriye lê bila Erdogan baş zanibe ku tu carî em ê Efrînê jê re nehêlin. Em ê ne tenê bi çekan Efrînê rizgar bikin em ê bi çanda xwe ya resen û hunera xwe Efrînê ji komên çeteyan rizgar bikin û vegerin  ser axa xwe."   'Em Efrînê ji dagirkeran re nahêlin'   Jina bi navê Dijile Sulêmen jî wiha got:"Di mîhrîcanê de şano hat pêşkeşkirin, di şanoyê de rastiya jiyana me wekî mijar girtîbûn dest. Îro zarokên Efrînê di nav hemû şertên dijwar û koçberiyê de hunera xwe pêşkêş dikin. Ev ji bo dewletên dagirker bersivek xurt e. Rast e em ji Efrînê koçber bûne lê em Efrînê ji dagirkeran re nahêlin."   'Em ê dev ji rastiya xwe bernedin'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeyê Ehrezê Fatme Silêmen Mîhrîcana Yekîtiya Ciwanên Rojava li Abdullah Ocalan  û tevahî ciwanan pîroz kir û got:"Em ê bi îradeya xwe ya azad û hunera xwe li dijî dijmin her serî hildin. Em ê dev ji têkoşîna xwe û rastiya xwe bernedin."