Li Stenbolê starta hilbijartinê hat dayîn: Em ê Stenolê ji çeteyan rizgar bikin 2018-11-22 13:33:29   STENBOL - Li Stenbolê ve ji aliyê HDP'ê ve starta hilbijartinê hat dayîn. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku ew ji bo Stenbolê ji destê çeteyan rizgar bikin û hêza xwe bikin yek û bi taybetî bang li jin û ciwanan kir ku bibin bernamzed.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, starta Hilbijartinên Herêmî ku ew ê di 31'ê Adarê de bên kirin li agahiya xwe bi civîna çapemeniyê da.  Daxuyanî bi tevlibûna Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek û endamên rêveberiyê hat lidarxistin. Hevserok Esengul diyar kir ku rêveberiyên herêmî ji bo HDP'ê tenê ne hilbijartina hevşaredaran e û bi destxistina çend şaredariyan e.    Em li Kurdistanê jî xwedî tecrûbeya 102 şaredariyan e'   Esengul diyar kir ku li rojavayê Tirkiyeyê ew ne xwedî tecrûbeya şaredartiyê ne û ev tişt got: "Di sala 2014'an de di dema xebatên hilbijartin herêmî de wan nêrîna xwe ya li şaredartiyê bi gel re parve kiriye û ev hilbijartin wekî parvekirina nêrîna xwe dîtine. Lê nêrîna me ya li şardatiyê bi vê jî ne bi sînor e. Em li Kurdistanê xwedî 102 şaredarî ne û di vî warî de tecrûbeyên me hene."    'Ji bo me du wateyên hilbijartina rêveberiyên herêmî hene'   Esengul diyar kir ku şaredariyên ku li kurdistanê 10 salan xizmet dan gel herî dawî ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin û wiha  got: "Ji bo me du wateyên rêveberiyên herêmî hene.  Yek jê ew e ku li Kurdistanê şaredariyên gel ku ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin paşve girtin û zêdekirina şaredariyên nû ye. Li Rojavayê Tirkiyeyê jî em dixwazin ku nêrîna xwe ya li rêveberiyên herêmî bi gel bidin naskirin e."   10 yıldan fazla yoğun çalışmaları olan belediyelerin en son kayyımlar tarafında gasp edildiğinin altını çizen Esengül, yoğun uğraşlar sonucunda oluşan bu anlayışın kayyımlarla yerle bir edilmeye çalışıldığını söyledi. Esengül, “Yerel çimlerin bizler için iki anlamı var. Birincisi Kürdistan’da gasp edilen ve elimizden alınan, halkın iradesini yok sayan bu anlayışın karşısında belediye sayılarını artırarak cevap olmak. İkincisi de, batıda bu belediyecilik anlayışımızı hayata geçirebileceğimiz alanlar olarak inşa etmeyi tasarlıyoruz” diye konuştu.   'Ji bo ku hûn Stenbol ji çeteyan rizgar bikin bibin namzed'   Esengul diyar kir ku serlêdana bernamzediya ji bo şaredartiyê hatiye destpêkirin û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Heta 5'ê kanûnê wê komîsyona me ya navendî serlêdana bernazmzedan qebûl bike.  Em dixwazin vê bangê li gelê xwe bikin. Ji bo ku em stenbol ji destên çeteyan rizgar bikin em bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku bibin bernamzed."