Platforma Jinê ya Dîcle Amedê ji girtiyên jin re qert şand 2018-11-22 12:51:02   AMED - Platforma Jinê ya Dîcle Amedê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji girtiyên jin re qert şand.    Platforma Jinê ya Dîcle Amedê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Şaxa PTT a Ofisa Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji girtiyên jin re qert şand. Qert ji girtiyên jin ên ku di nav de Hevseroka DBP'ê Sebahat Tunceli, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Şaredariya Bajarê Amedê Gultan Kişanak, hene hat şandin.   Piştî şandina qertan jin ji postanê veqetiyan.