Li Edeneyê xebatkarên MKM'ê hatin binçavkirin 2018-11-22 12:39:54   EDENE - Polîsan li Edeneyê li dijî hunermendên NÇM'ê ya bi KHK'ê hat girtin operasyon pêk anî. Polîsan di serdegirtina malan de hunermend Îmran Akin, hevjîna wî, zaroka wî ya 1 salî jî dinavde gelek kes binçav kirin.    Polîsan serê sibê li Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de hunermenden NÇM'ê ya bi KHK'ê jî hene gelek kes binçav kirin. Polîsên ku li malan lêgerîn kirin û gelek kes bi derbkirinê binçav kirin. Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.    Di nava kesên hatin binçavkirin de Endamê Koma Pel Îlyas Arzu, Devran û Devrîm Ozluk, Endamê Koma Qerîn Jîyan Savci, Dîlan Sunduk û Helîn Ozbay, Hunermendê NÇM'ê yê berê Îmran Akin, hevjîna wî û zarokek wî ya 1 csalî û Mecît Ozluk  hene.