Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê vîdeoya 25'ê Mijdarê 2018-11-22 12:21:10   AMED - Parêzerên jin ên girêdayî Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê dixebitin, derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de vîdeoyek amade kir. Parêzeran bi riya vîdeoyê di warê tundiya li ser jinê ya psîkolojîk, zayendî û aborî de mafên jinan bi bîra wan xist.    AMED - Parêzerên jin ên girêdayî Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê dixebitin, derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de vîdeoyek amade kir. Jinên parêzer li kolan û cihên herî qelebalix dîmen kişandin û bal kişandin ser tundiya li jinê tê kirin.   Dî vîdeoyê de jinan li ser tundiya fizîkî ev agahî dan: " Lêdana bi kulm, pihîn, gez, şidandina gewriya jinê, qerapuşik, kişandina porê wê, bi alavekî lêdan tundiya fizîkî ye. Ger ku hûn bi tundiya bi vî rengî re rûbirû bimînin li qereqolê gilî bikin. Her wiha dê û bavê ku li zarokê tundiyê bike hûn dikarin têkiliya di nav wan de bibirin û bi sînor jî bikin."   Ji bo tundiya aborî jî ev hişyarî hatin kirin: "Astengkirina azadiya aborî, dayîna pere yan jî hindik danîna pere ya malê û bi karanîna dayîna pere tundiya aborî ye. Jin keda civakê û hêza wê ye. Em tundiya li jinê tê kirin şermezar dikin û dibêjin bijî berxwedana jinê."   Jinên parêzer diyar kirin ku tundiya bi riya medyaya civakî wekî tundiya dijîtal tê hesibandin û ev agahî dan: "Bi awayekî bi israr lêgerîna bi telefonê, agahiyên jinê yên derbarê ragihandinê de bêyî wê bi kesên din re parvekirin, li ser medya civakî biçûkxistina jinê , tundiya dijîtal a li jinê tê kirin e."   Derbarê tundiya zayendî de jî ev tişt hatin gotin: "Bêyî daxwaza jinê daxwaza têkiliya zayendî û ferzkirina wê, biçûkxistina daxwazên jinê yên di warê zayendî de, li ser jinê pêkanîna tundiya zayendî jî tundiya zayendî ya li jinê ye. Ji ber ku her ji sê jinan yek li malê ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve yan jî heskiryê xwe ve bi tundiya fizîkî re dimîne."   'Xala 6284'an ji bo mafên jinan girîng e'   Jinên parêzer bal kişandin ser xala 6284'an a qanûnê jî û wiha gotin: "Ev xala qanûnê ya bi hejmara 6284'an jinan ji tundiyê diparêze û mêrên ku tundiyê li jinan dikin asteng dike. Li gorî vê qanûnê dema ku tundî li we bê kirin hûn dikarin biçin qereqol an jî fermandariya cendirmeyan a herî nêz û gilî bikin. Herwiha ev qanûn di warê aborî de jî mafên jinê diparêze."    Herwiha jinên parêzer bi bîr xistin ku ew wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li gel jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin û dema ku pêdiviya jinên bi tundiyê re bi parêzer hebe jî ew ji bo wan parêzer dikarin tayîn bikin.    Hundikarin ji vê lînkê xwe bigihînin vîdeoya mijara gotinê:    https://www.youtube.com/watch?v=TbkKBXcyGRg