Ji emniyetê pêkanîneke nûh: Li malbatan gef tê xwarin 2018-11-22 10:35:41   ENQERE - Emniyetê gazî malbata rojnamevan Berîvan Altan û Habîbe Eren kir û gef li wan xwarin. Emniyetê ji malbatan re diyar kiriye ku saziyên ku zarokên wan lê dixebitin derqanûnî ne û gotiye "heyfa zarokên we."    Emniyetê li malbata nûçegihana me Habîbe Eren û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berîvan Altan geriya û ji wan re got "ger hûn neyên şaxa TEM'ê em ê werin we bibin." Li emniyetê di bin navê "sohebetê" de polîsan gef li malbatan xwar.    Emniyetê di 16'ê Mijdarê de li malbata Hebe Eren geriya. Nûçegihan Habîbe Eren got: "Emniyeta li navçeya Nîlufer a Bûrsayê gazî bavê min kiriye. Polîsan di telefonê de ji bavê min re gotine 'Em dixwazin der barê keça te Habîbe de bi te re biaxivin.' Wexta malbata min sedema vê yê pirsiye, ji wan re gotine 'ger hûn neyên em ê werin mala we.' Paşê bavê min diçe şaxa TEM'ê. Bavê min nîv saetê li wir disekine û polîsên wir jê re dibêjin 'hayê me ji tiştekî wisa tune ye.' Bavê min jî çûye malê. Piştî çend saet şûnde polîs dîsa lê digerin û jê re dibêjin çima ew nehatiye. Wexta bavê min bi telefonê xeber dide, xwişka min telefonê jê distîne û ji wan re dibêje 'em çi zanin hûn çi kes in. Ji bo çi hûn me nerihet dikin?' Heman kes ji xwişka min re dibêje 'ez polîs im, ger bixwazî dikarî nimara min ji emniyetê bipirsî.' Wexta malbata min li emniyetê digere, diyar dibe ku ew nimare a polîsekî ye. Polîs dibêje ew li benda hevdîtinê ye û bi telefonê digire."Hebîbe, anî ziman ku paşê ew li parêzerê xwe geriyaye û got: "Parêzer jî got ew ê roja sêşemê tevî malbatê biçe emniyetê. Paşê kesê got ew polîs e cara sisêyan li malbata min digere û vê carê gotiye 'roja sêşemê werin.'"    Habîbe destnîşan kir ku di 21'ê Mijdarê de polîs dîsa li malbata wê geriyaye û got: "Ez jî li nimareya polîs geriyam. Wexta telefona xwe vekir min jê pirsî ka kî ye. Min j re got 'ji bo çi tu ji bo min malbat min nerihet dikî.' Ji min re got, ew polîs e û ew ê bi malbatê re hevdîtinê çêbike. Min jî jê pirsî ka naveroka hevdîtinê çî ye, ji bo çi dixwaze hevdîtinê çêbike û ji bo çi tim gefan li malbata min dixwe. Polîs got ew ê 15 deqîqeyan hevdîtinê bi malbatê re çêbike û heta ew bi malbatê re hevdîtinê çêneke ew ê behsa naveroka hevdîtinê neke."    Hebîbe, destnîşan kir ku wê ji polîs re gotiye ew ê giliyê wî bike, lê belê polîs jî gotiye "dixwazî biçî kuderê biçe."    'Keça min rojnamevan e'   Habîbe, destnîşan kir ku malbata wê çûye emniyetê û got: "Ji malbatê re gotine 'em dizanin keça we tiştek nekiriye, lê belê derdora wê nebaş e. Dibe ku bê xapandin. Bila hayê we ji hevalên wê hebe.' Malbata min jî gotiye ew rojnamevan e, tenê karê xwe dike, keça wan tiştekî derîqanûnî nake û ji emniyetê derketiye." Habîbe, anî ziman ku du sal berê dîsa bi heman awayî emniyetê gazî bavê wê kiriye û bi vî awayî tê xwestin malbatan nerihet bikin. Eren, anî ziman ku ew ê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide û got: "Ez ê karê xwe rojnmaevaniyê dewam bikim."    'Emnieta Edeneyê gazî bavê min kir'   Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berîvan Altan jî, anî ziman ku di 15'ê Mijdarê de polîsên Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Emniyeta Edeneyê gazî bavê wê kirine Û got: "Piştî nîvro bavê min tevî hevalekî xwe çûne emniyetê. Bavê min hevdîtin bi polîsan re çêkiriye. Emniyetê ji bavê min re gotiye ew ê der barê keça wî de biaxivin. Polîsan ji bavê min re gotiye 'hevalên keça te nebaş in, li derdora wê mirovên xirab hene û bila were li vir bixebite.' Bavê min jî gotiye 'keça min rojnavean e, ji ber karê xwe li wir e.' Wexta bavê min wisa dibêje polîs dibêjin 'Heyfa keça te. Dibe ku wê bikin bombeya zindî. Heyf e.' Wexta bavê min dibêje qey der barê keça wî de tiştek heye, polîs dibêje 'na keça te tiştekî nake, lê hevalên wê nebaş in û em gazî malbatênw isa dikin.' Paşê bavê min ji emniyetê dertê."    'Emê karê xwe bikin'   Bêrîvan, diyar kir ku berê jî li Edeneyê polîsan ew nerihet dikir û got: "Em li saziyeke qanûnî rojnamevaniyê dikin. Her roj li Meclîsê, li Edliyeya Edeneyê me û nûçeyan çêdikim. Em tenê rojnamevaniyê dikin."