Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe xurt dikin 2018-11-22 09:45:42   Berçem Cûdî   EYN ÎSA - Rêveberiyên komîteyên jin yên Rêveberiya Xweseriya demokratîk û Rêveberiya Sivîl a demokratîk destnîşan kirin ku civîna 1'emîn ya Desteya Jin û komîteyên wê ku li ser rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê li dar xistin diyar kirin ku wê bibe bingeha ava kirina yekîtiya jinên bakur û rojhilataê Sûriyeyê.   Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya bakur  û rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewş, pêşketin û astengiyên jinan bi Desteya Jinê û komîteyên jin yên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêre Zorê, Herêma Cizîrê, Herêma Firatê û Herêma Efrînê re civiyan. Rêveberên komîteyan ji ajansa me re nirxandin kirin.   'Jinên Dêre Zorê jî perçeyek ji yekîtiyê ne'   Amîna El-Caslim rêveberiya Komîteya jin ya rêveberiya Sivîl a bajarê Dêre Zorê bal kişand ser jinên herêma Dêra Zorê û  wiha got: "Rewşa jinên Dêra Zorê ji ber dagirkeiya Çeteyên DIAŞ'ê cuda ye. Ji ber ku niha hem hemleya Bagera Cizîrê didome û hem jî xebatên rêxistinkirin lê didomin. Jinên Dêra Zorê ku ji zext û ferzkirinên çeteyên DAÎŞ'ê gelek bi bandor bûn, weke desteya jin, rêxistinkirina wan gelek zahmet bû. Lê bi riya perwerde û rêxistinkirinê me jin ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve kişandin. Ji bo vê jî civîna Desteya Jinê ya li ser  bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo jinên Dêre Zorê gaveke ku ew jî cihê xwe di nava yekîtiya jinên bakur û rojhitlê Sûriyê de bigrin bû."   'Çareser kirina rewşa jin, civak ava kirine'   Zehîda Îshaq ku bi eslê xwe Çerkez e û Cîgira Rêveberiya Komîteya jinê ya bajarê Minbicê ye jî wiha axivî: "Civîna ku îro hat lidarxistin ji bo civakê gelek girîng e. Ji ber ku biçareserkirina pirsgirêkên jinê wê civak jî azad bibe. Ji bo vê jî nîqaşkirina pirsgirêkê û pêşketinên di warê rewşa jinê de gelek girîng in. Ji bo vê jî em spasiya meclîsa rêveber dikin ji ber ku derfetke bi vî rengî dan ku rewşa jinên bakur û rojhilatê Sûriyê were guftugokirin."   'Civîn rêya yekîtiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ye'   Her wiha Ruken Ehmed a ku Rêvebera Komîteya Jinê ya Herêma Cizîrê ye jî diyar kir ku ji bo avakirina pergaleke demokratîk rola jinê girîng e, divê jin jî di nav de hebe û wiha domand: "Civîna ku îro hat lidarxistin gelek girîng e ji bo pêşeroja Sûriyeyê û ji bo vê jî em pir kêfxweşbûn. Ev civîn jî wê bibe bingeh ji bo çareserkirina rewşa jinê û avakirina pergaleke ku di nava xwe de maf û hebûna jinê dihewîne. Mirov dikare bibêje ku wê ev  rêxstbûnyîna jinên bakur û rojhilataê Sûriyê xurtir bike. Êdî wê bi awayakî domdar civînên bi vî rengî werin lidarxistin. Ev yek jî wê têklliya di navbera hemû komîteyan  û desteya bingehîn de xurtir bibe û wê yekîtiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk were."