Weqfa Jina Azad a Rojava ji bo 25'ê Mijdarê çalakî li dar xist 2018-11-22 09:40:24   QAMIŞLO - Ji bo 25'ê Mijdarê Weqfa Jina Azad ya Rojava çalakiyên curbecur pêk anîn. Çalaki  li hola Zana Sala ya Taxa Kornîş pêk hat.   Di derbarê 25'ê Mijdarê roja tekoşîna  li dijî tundiya li ser jinê, Weqfa Jina Azad a Rojava çalakiyên curbecur ên wekî stran, şano û helbest li hola Zana Sala ya girêdayî Taxa Kornîş li dar xis tin. Bi amadebûna sazî, meclis û rêxistinên Kantona Qamişlo çalakî hat lidarxistin.   Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin hat girtin. Li ser navê Weqfa Jina Azad a Rojava, Sariya Mihemed axivî û got:"Jina ku di jiyana xwe de hewildana tekoşîn û berxwedaniyê kirine û li ser vê riyê canê xwe kirin e feda, em wan ji bîr nakin û em ê her têkoşîna wan mînak bigirin."   Her wiha Nûr Al-Weda li ser navê Desteya Çand û Hûnerê da zanîn ku ew her li dijî tundiyê têdikoşin û got:"Me hemû jinan dest dane hevdu û em li dijî tundiyê li berxwe didin. Em ê heta dawî li berxwe bidin."    Paşî jî koma Orkestira ya Rojava stran gotin. Her wekî din Koma Kevana Zêrîn şanoya bi navê "Lêlê Şevê" pêşkêş kirin.   Piştre helbest li ser jina bi navê Feyrûz Reşik hat xwendin. Feyrûzê bi tundiyên mezin rû bi mabû.    Herî dawî çalakî bi stranên Koma Erebî ya Til Koçerê û bi gerandina govendê bi dawî bû.