Kizbes Aydin:Hevserokatî li herêman wê jinê xurt bike 2018-11-22 09:10:37   İZMİR - Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar ku ji bo endamtiya meclîsa şaredariya Çîgîlî bû namzet, diyar kir ku divê li dijî zextên desthilatdariyê hevserokatî li herêman pêk bê û ev rewş wê jinan xurt bike.   Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin Kisbes Aydin ku ji CHP’ê bû namzeta Endamtiya Meclîsa Şaredariyê diyar kir ku li dijî otorîteya desthilatdariyê divê jin zêdetir di rêveberiyên herêmî de bibe xwedî gotin û got divê jin di qada siyasî de zêdetir bibin xwedî gotin û piştgiriyê bidin demokrasiyê.   ‘Faliyet bêyî me dihatin kirin’   Kizbesê bi lêv kir ku divê li şaredariyan hevserokatî, hevberdevkî di asta sembolîkbûnê de nemîne û wiha got: “Cigirên serokan dema jin bin li taxan bandorê li ser jiyana jinan nake. Ji bo vê divê teqez li taxan meclîsên jinan û komîsyonên wekheviyê bi rêxistinên jinan ên herêman re bikevin têkiliyê. Nîvê civakê jin e. Lê mixabin faaliyet bêyî ku ji jinan bê pirsîn tên kirin. Ji bo daxwazên jinan di mekanîzmayên biryarê de bikevin meriyetê divê di lijneya wekheviyê de bê erêkirin.”   Dengan bidin jinan   Kizbesê destnîşşan kir ku divê jin teqez tevlî jiyana siyasî bibin û wiha dawî lê anî: “Bi têkoşîna jinan hejmara namzetên jin dikare bê zêdekirin. Ez bang dikim ku dengan bidin namzetên jin. Ji bo mêran hebûna jinan a di siyasetê de hewce ye. Li welat demokrasiyek mêr heye. Hîna nû jin tevlî qada dbiin. Em ê van hemûyan ji holê rabikin.”