Ji bo zarokan semîner hat lidarxistin 2018-11-21 17:13:51   ŞEHBA-Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya dayikan ji bo derûniya zarokan li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê semîner li dar xist. Endama Komîteya Piştgiriya Derûnî ya Heyva Kurd Henen Muhemed bal kişand ser girîngiya derûniya zarokan û got:"Koçberî û tundiyê bandorek neyînî li ser zarokan kiriye. Ji bo zarokên me ji warê derûnî de baş bibin xebatek hevpar lazim e."   Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya dayikan ji bo derûniya zarokan li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê semîner li dar xist. Endama Komîteya Piştgiriya Derûnî ya Heyva Kurd Henen Muhemed têkildarî mijarê de axivî û got:"Ji ber êrîşên li ser Efrînê zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne niha rewşa wan a derûnî ne baş e. Ji bo em alîkariya wan bikin me pêdivî bi semînerê dît. Lê xebatên me yên wekî din jî didome."   'Êrîşên derûnî bandorê li ser gelek tiştî dike'   Henanê da zanîn ku çalakiyên wan ên bi zarokan re didome û vê carê jî pêdivî dîtine ku semînerekê bi dayikan re li dar bixin û wiha got:"Ji bo dayik alîkariya zarokên xwe bikin û bi şêwazek rast bi wan re biaxive û tev bigere me semîner da.  Koçberî û tundiyê bandorek neyînî li ser zarokan kiriye. Ji bo zarokên me ji warê derûnî de baş bibin xebatek hevpar lazim e.Ji ber êrîşên li ser Efrînê zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne niha rewşa wan a derûnî ne baş e. Ji bo em alîkariya wan bikin me pêdivî bi semînerê dît. Lê xebatên me yên wekî din jî didome. Dê xebatên me yên ji bo zarok û dayikan bidomin."