Medine Daniş hat definkirin 2018-11-21 14:26:46   AMED - Dayika Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş Medîne Daniş a 90 salî ku jiyana xwe ji dest da, li Goristana Asrî, siyasetmedar û hiqûqnas jî di navde bi girseyî hat oxirkirin.    Dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş Medîne Daniş a 90 salî ku li nexweşxaneya li Amedê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Medîne Daniş dê piştî nimêja nîvro li Goristana Asrî ya Şehîtlîka Amedê Amedê bi girseyî hat oxirkirin. Malbatê piştî cenazeyê Medîne Daniş ji morga neweşxaneyê girtin anîn Goristana Asrî ta Taxa Şehîtlîkê. Di merasima cenaze de Hevserokê Kongreya Civaka demokratîk (CKD) Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari, Semra Guzel, Dersîm Dag, Nejdet Îpekyuz, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekin, Hevserokên DBP'ê yên Amedê Naşide Toprak û Îbrahim Çîçek, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û gelek siyasetmedar û hiquqnas tev li merasimê bûn. Cenazayê Daniş piştî nimêja nîvro li Mizgefta Şehitlik 2  merasim pêk hat. Piştre li Goristana Asrî ya Şehitlîkê ya Amedê li tenişta Hevjînê wê Mehmet Daniş defin  kirin. Piştî cenaze hat definkirin malbata Daniş li Mala Şînê ya Temiran a Rezan şîn danîn û dê serdanan qebûl bikin.