Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civiyan 2018-11-21 14:13:49   EYN ÎSA - Meclîsa Rêveber a rêveberiya xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi komîteyên jin yên rêveberiya xweser û rêveberiya sivîl re civînek li dar xist.    Bi amedebûna komîteyên jin ên girêdayî rêveberiya xwerseriya demokratîk û rêveberiya sivîl a demokratîk ên Reqa, Tebqa, Dêr El-Zor, Minbic, herêma Cizîrê û herêma Firatê, Efrîn, Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê li navenda desteyên rêveberiya xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa civîn li dar xist.   Civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî Hevseroka Meclîsa Rêveber Bêrîvan Xalid wiha got: "Şoreşa Rojava pêşengî ji tevahî jinan kir, her wiha jinan ev şoreş bi rê ve birin û gihandin vê astê. Weke desteya jin dikarîbû rol û misyonên xwe di nava vê şoreşê de bilîzin. Desteya jin rastî astengiyan jî hat, ji ber ku di nava hemû şerên ku li van devran qewimî ne jin bûn qurbanî. Lê dîsa jî jinan bi xwe û bi pêşengiya YPJ'ê dikarîbûn ku vê hovîtiya li ser jinên bakur û rojhilatê Sûriyê têk bibin. Em jî weke desteya jin em di riya vê civînê xwe mîrasa van destkeftiyan biparêzin."   Piştre ji bo li darxistina civînên mehane yên hemû komîteyan dîrokek taybet hat hilbijartin.   Herî dawî jî komîteyek hate avakirin ji bo ku rêzknameya desteya jin ya bakur û rojhilatê Sûriyê amede bikin, hat ava kirin.