Jinên herêma Firatê li dijî tundiyê meşiyan 2018-11-21 14:00:13   KOBANÊ - Bi sedan jinên ji herêma Firatê  bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê di bin diruşmeya 'Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi serok Apo re azad bijîn' meşiyan.   Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star bi sedan endamên jin ên HPC Jin, polîsên Tirafîkê yên Jin, Asayîşa Jin, Hêzên Antî Teror jin (HAT), hemşîreyên Heyva Sor a Kurd, Mala Jinê, Yekîtiya Jinên Ciwan, jinên ji  rêveberiya xweseriya demokratîk û rêxistina Sara ya têkoşîna  li dijî tundiya li ser  jinê li qada Aştiyê kom bun û meşeke girseyî bi munasebeta 25'ê Mijdarê li dar xistin.   Jinan wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, alên YPJ, HPC, Asayîş, Kongreya Star û pankartên bi nivîsên 'Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin', 'Di şopa şehîdên xwe de xwedî li şehîdên xwe derkevin' û 'Dest bi dest rizgar bikin jina bin dest' hilgirtin.   Meşê ji qada Aştiyê dest pê kir û heta qada jina azad domand. Deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Paşê jî bi navê jinên herêma Firatê Sara Xelîl wiha axivî: "Mêran bi desthilatdariya xwe her dem xwestine jinê tune bikin. Lê bi hatina rêber Apo re ew hêza jin nujen bu û êdî jin bi saya fikir û felsfeya rêber Apo xeta xwe ya azadiyê neqiş dike. Rêber Apo dizanî bu ku heger jin azad bibe wê civak jî azad bibe, heger civak jî azad bibe wê pergala zayendperest têk here. Ji lewre jî dewletan komplo li ser rêbertî de pêk anîn. Em dibêjin ku rêber Apo azadiya me nîşanî  me da ji bo vê jî em dibêjin em ê jin bi hêz û îradeya xwe pergala îmraliyê têk bibin û bi rêber Apo re azad bijîn."   Her wiha rêveberiya Kongreya Star Hala Mihemed jî wiha got: "Em weke jinên Sirînê soz didin ku em têkoşîna rizgariya hemû jinên bindest bidin meşandin, her wiha hemû jinan bi rêxistin bikin û perwerde bikin da ku bikaribe xwe ji hemû cureyên tundiyê biparêze."   Meş bi berzkirina dirûşmên 'Jin jiyan e ne namûsa tu kesan e', 'Jin jiyan azadî', 'Bê serok jiyan nabe' û 'Faşîst Erdogan' bi dawî bû.