'Hûn nikarin bi polîtikayên qayyiman nelêrêtiyê veşêrin' 2018-11-21 13:52:21   WAN - Hevseroka Şaredariya Artemitê Rojbin Çetin a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin derbarê daxuyaniya ku ji aliyê qayyimê bi navê Atif Çiçekli hat dayin got:"Hûn nikarin bi polîtikayên qayyuman nelêrêtiyê veşêrin."   Derbarê daxuyaniyê qayyimê bi navê Atif Çiçek ku tayinî Şaredariya Artemitê bûbû, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artemitê hat çêkirin. Hevseroka Bajêr a HDP'ê Yadişen Karabulak, Umit Dede, Parlamentera Wanê yên HDP'ê Muazzez Orhan, Hevseroka Şaredariya Artemitê Rojbin Çetin a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin, Rêveberiya HDP û DBP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaredariya Artemitê Rojbin Çetin a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin derbarê daxuyaniya ku ji aliyê qayyimê bi navê Atif Çiçekli hat dayin got:"Hûn nikarin bi polîtikayên qayyuman nelêrêtiyê veşêrin."Qayyimê bi navê Atif Çiçekli derew û buxtanên nû diafirîne. Ji bo xespa ku dike rewa bê dîtin xwe di paşiya derew û buxtanan vedişêre."   'Xwendekaran fêde ji pirtûkxaneyê didîtin'   Rojbînê da zanîn ku qayyim pirtûkxane veguhertiye aşxaneyê û ew dizanin ku bi vê yekê xizmetê ji zihniyetek çawa dike û got:"Qayyim bi veguhertinên bi vî rengî dixwaze ku gel jê re bibe kole û çongê bitewîne. Xwendekaran fêde ji pirtûkxaneyê didîtin. Qayyim bi kiryarên xwe û derewên xwe dixwaze ku xespê rewa bike. Qayyimê bi navê Atif Çiçekli derew û buxtanên nû diafirîne. Ji bo xespa ku dike rewa bê dîtin xwe di paşiya derew û buxtanan vedişêre. Hûn nikarin bi polîtikayên qayyuman nelêrêtiyê veşêrin."   'Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin'   Rojbînê herî dawî ragihand ku ew ê li dijî derewan serî li rêyên hiqûqî bidin.    Piştî Rojbînê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û got:"Gel dê li ser sindoqan bersiva qayyiman bide."