Jinên Şengalê: Em ê li dijî tundiyê her têbikoşin 2018-11-21 09:23:33   Nisrîn Hisên / Delîla Axîn   ŞENGAL - Derbarê 25'ê Mijdarê de Jînên Şengalê diyar kirin ku ew ê li dijî tundiya bi salan serî netewînin û gotin ku heta ew yek bin dê tundiya mêr nikaribe wan têk bibe.   Jinên Şengalê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê da zanîn ku ji bo tundî biqede divê hemû jin dengên xwe bikin yek û wiha gotin:"Em ê hemû jin li gel hev bin û li dijî tundiyê têkoşîna xwe mezin bikin."   'Divê li dijî hemû cureyên tundiyê jin dengên xwe bikin yek'   Jina bi navê Baran Haydar diyar kir ku tundiya li ser jinê li dijî mirovatiyê ye û wiha got:"Em dibînin ku li her derê mafê jinê tê binpêkirin. Jin her roj tên qetilkirin. Li ser navê namûsê jin tên çewisandin. Lê jiyan bi rûyê bi ken ê jinê her bextewar û aram dibe. Jinên Êzidî gelek zilm dîtin. Herî dawî bi destên DAÎŞ'ê gelek jinên Êzidî bi tundî, tecawiz, kuştin û firotinê rû bi rû man. Divê li dijî hemû cureyên tundiyê jin dengên xwe bikin yek."   'Jin jiyan e tundiya li dijî jinê li dijî jiyanê ye'   Her wiha jina bi navê Nesîma Hecî jî anî ziman ku jin her dem bi neheqiyan rû bi rû dimîne û wiha got:"Tundiya ku li jinê tê kirin li hemû mirovan tê kirin. Mafên jinan her tê binpêkirin. Lê divê ev yek êdî bi dawî bibe. Ji bo jiyanek aram divê jin her bên parastin. Jin jiyan e tundiya li dijî jinê li dijî jiyanê ye. Ji bo hemû tundî bi dawî bibe têkoşînek ji dil û hevpar lazim e."