Ji saziyên jinan ên hatine girtin bang: Kolanan terk nekin 2018-11-21 09:22:06   Hîkmet Tunç   WAN - Jinên ku saziyên wan hatin girtin û xebatên wan hatin sekinandin diyar kirin ku ew bi hev re xurt in û divê li dijî şîdeta li ser jinê kolanan terk nekin.   Piştî OHAL’ê bi KHK’yên hatin derxistin gelek saziyên jinan hatin girtin. Jinên ku xebata wan hat rawestandin ber bi 25’ê Mijdarê, dîsa ji ber girtina saziyên wan bêzar in û li aliyê din jî di piştevaniyê de ne.   Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku di 2004’an de wek saziyek femînîst û serbixwe hat avakirin 12 salan bi 6 jin, 20 endam û 30 dildarî piştgiriya hiqûqî civakî, aborî û psîkolojîk da jinan. Der barê erdhêja Wanê de jî piştgirî dan jinan.   Semîner ji bo zarokan didan   Her wiha li komeleyê sê rojên hefteyê dersên Îngilîzî û tirkî dihat dayîn. Salê nêzî 200 semîner hatin dayîn. Der barê îstîsmara zayendî de jî perwerde hatin dayîn. Di 2017’an de bi projeyekê dihat plankirin ku xwe bigihînin 8 hezar jinî. Di encama vê projeyê de hewl dida li dijî pirsgirêkan têbikoşin.   Faaliyetên komeleyê ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve hat rawestandin û herî dawî bi awayekî fermî di 22’ê Mijdara 2016’an de bi KHK’a hejmar 677 hat girtin.   Endama komeleyê Songul Ozuver got ew di vê 25’ê mijdarê de jî bêyî sazî ne û wiha got: “Em xemgîn in lê di vê pêvajoyê de gelek serlêdanên şîdet û îstîsmarê hatin kirin. Ez bi wesîleya 25’ê mijdarê bang li jinan dikim. Hêviya me ev e ku cîhanek bê şîdet hebe. Lê mixabin ev ne pêkan e. Em wek VAKAD’ê bi hezaran jinî re dihatin cem hev. Lê niha ev derfetên me kêm in. Ev 3 sal e ez tenê têdikoşim.”   ‘Em her tim hebûn’   Songulê behsa bernameyên berê yên di 25’ê Mijdarê de pêk dianîn kir û wiha got: “Em diçûn serdana saziyan. Me bi gelek jinan re xebat dimeşand. Lê niha ji ber girtinê em nikarin xebatên wisa bimeşînin. Em bi hezaran jinî re dihatin cem hev û me biryar digirtin. Ez banga piştevaniyê li jinan dikim. Em bi hev re xurt in. Em her tim hebûn û em ê hebin jî.”   Navenda Jiyanê ya Rojîn hat girtin   Yek ji saziyên ku faaliyetên wê hat sekinandin Navenda Jiyana Jinan a Rojîn bû. Di 17’ê Mijdara 2016’an de bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re Midûriyeta polîtîkayên jinan bi Midûriyeta Çandê ve hat girêdan.   Her wiha Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn jî hat girtin.   Sevgî Ozdînç ji ku peywira wê ya serokatiya Daîreya Jin û Malbatê hat îxrackirin wiha got: “Ez di 2015’an de ketim kar. Salek şûnde qeyûm hat tayînkirin. Me der barê jin û zarokan de xebat meşand. Yek ji van jî Navenda Rojîn bû. Lê bi tayînkirina qeyûman xebatên me hemû hatin sekinandin. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û divê em tora piştevaniyê ava bikin.”