Fîlîz Kerestecîoglu: Cîhanek din pêkan e, em bi vê bawer bin 2018-11-21 09:20:01   Safiye Alagaş   STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu got li Tirkiyeyê jî li cîhanê jî jin her têdikoşin û wiha got: “25’ê Mijdarê ji bo me xwedî wateyek sembolîk e. Piştevanî dide jiyîn, şîdet dikuje. Em piştevaniyê bi hev re zêde bikin.”   Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê rojeke girîng e û got pêvajoyeke bi xwişkên Mîrabel hatiye destpêkirinê ye. Fîlîzê wiha got: “Îro jin rastî her cureyê şîdetê tên. Ev roj roja li dijî şîdetê derketine, bilindkirina deng e. Jin di 25’ê Mijdar, 8’ê Adarê de dadikevin kolanan û li dijî şîdetê serî hildidin.”   ‘Jin ji bo destkeftiyên xwe berxwe didin’   Fîlîzê balkişand ser êrîşên li hemberî partî, hevşaredar û xebatkarên şaredariyê û wiha got: “Desteserkirina destkeftiyên me, tayînkirina qeyûman, girtina navendên zarok û jinan. Qanûna miftitiyê, avakirina komîsyona pêşîgirtina destberdanê. Sererastkirina derbarê nefeqeyê de. Lê ev hîna pêk nehatine. Ji bilî qanûna mifitiyê, yên din ji aliyê jinan ve hatin çewisandin. Ji bo jin bo destkeftiyên wan ji dest neyên girtin berxwe didin.”   ‘Têkoşîna jinê didome’   Fîlîzê bi lêv kir ku ji xurtbûna demokrasiya herêmî ditirsin û bi vê jî astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê û qedexekirina çalakiya wan tê wateya ku li tu derê dengê muxalîf naxwazin. Fîlîzê anî ziman ku jinan jî ji vê para xwe girtiye û wiha got: “Li dijî jinan zext zêde dibin. Lê têkoşîna jinan li dijî vê didome. 25’ê Mijdarê di vî alî de tenê xwedî wateyek sembolîk e. Ev rojeke têkoşînê ye. Ev ne pîrozkirina rojê ye. Ji ber vê têkoşîna jinê ne rojek e. Em ê her roj têkoşîna xwe bidomînin. Piştevanî dide jiyîn. Şîdet dikuje. Piştevanî ji ber vê gelek girîng e. Divê em dengê xwe bilind bikin û kesên şîdet, tacîz, tecawizê pêk tîne, îfşa bikin. Em hêviya xwe ya ji bo avakirina cîhanek nû winda nekin.”