‘Girtin wek rêbazek ceza dertê pêşberî me’ 2018-11-21 09:14:38   Sîbel Ozalp   STENBOL - Parêzer Cansu Şekercî diyar kir ku li girtîgehan cezakirin veguheriye pêkanînê û wiha got:” “ Peymana Mafên Zarokan a NY’ê jî dibêje divê girtin çareya dawî be. Hejmara zarokên girtî li welatê me zêde ye. Girtin wek rêbaza ceza dertê pêş me. Em li dijî hepskirina zarokan e.”   Nûnera Tora Zarokên di girtîgehê de ya Komeleya Civakên Sivîl a Pergala înfaza Ceza (CÎSST) Cansu Şekercî bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê ji ajansa me re nirxandin kir.   Cansuyê diyar kir ku li gorî îstatîstîkên girtîgehan a Wezareta Dadê aşkera kiriye nêzî 3 hezar û 13 zarok di girtîgehan de ne û bi 743 zarok ku temenê wan di navbera 0-6’an de ye bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin.   ‘Girtîgeh hawirên ku nayên dîtinê ne’   Cansuyê bi lêv kir ku li Enqere, Îzmîr, Amed, Qeyserî, Tarsus û Hatayê bi giştî 7 girtîgehên zarokan hene û li Elezîz, Enqere Stenbol û Îzmîrê bi giştî 4 Malên Perwerdeyê yên zarokan hene. Cansuyê got ji ber girtîgehên zarokan li cihên diyarkirîne malbat di çûyîna girtîgehan de pirsgirêkan dijîn.    Cansuyê di berdewamiyê de wiha got: “Yek ji pisgirêkên zarokên girtî ya din jî ev e ku rastî cezayên dîsîplînê yên kêfî tên. Rewşa heyî de divê kes ji aliyê parêzerekî diyarkirî ve bên parastin. Lê ji ber cezayê dîsîplîna Hiqûqa Înfazê, zarokekî derkeve pêş dadgeriya înfazê ne hewceye parêzerê wan hebe. Ji ber vê gelek zarok bêyî parêzer dertên pêşberî dadger. Mafên tenduristiyê yên li girtîgehan jî bi sînor e. Ji ber kapasîteya xebatkarên girtîgehê nikarin zêde hewcedariyên girtiyan pêk bînin. Îşkence û pêkanînên ne baş ji girtîgehan her tim tê ziman.”