'Em ê heta dawî li dijî dagirkeriyê bisekinin' 2018-11-21 09:03:04     RûkenGoman   DÊRIK - Hevseroka Partiya Nujenî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elyaa Mûsa di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan bidomînin û got:"Dewleta tirk naxwaze ku projeya netewa demokratîk pêk were û jiyanek aram û ewle ava bibe. Loma her êrîş dike. Lê em ê heta dawî li dijî dagirkeriyê bisekinin."   Hevseroka Partiya Nujenî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elyaa Mûsa di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava diyar kir ku dewleta tirk dixwaze vîna gelan bişikîne lê ew ê negihêje armanca xwe û wiha got:"Dewleta tirk çav bera aramiya hemû gelan daye. Ji bo berjewendî û planên xwe yên qirêj mirovan dike qurban."   'Em ê hemû li dijî van kiryarên dijmirovî derkevin'   Elyaa wiha got:" Dewleta tirk dewleta dagirker e, dixwaze aramiya herêmê têk bibe û gel biçewisîne. Ji bo berjwendiyên xwe li hemû binpêkirina mafan pêk tîne. Ew naxwaze ku demokrasî belav bibe û pirsgirêk bi dawî bibe. Çimkî dema ku pirsgirêk bi dawî bibe ew ê negihêje armanca xwe. Bi rengekî vekirî dijminatiya gelê Kurd dike û zilmê dike. Hemû tiştên ne baş li ser gel ferz dike. Em ê hemû li dijî van kiryarên dijmirovî derkevin. Li dijî vê zilmê ya herî girîng rêxistinbûyin û têkoşîn e."   'Em her dem ji bo rûmet û aramiya gelê xwe têdikoşin'   Elyaayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk naxwaze ku projeya netewa demokratîk pêk were û jiyanek aram û ewle ava bibe. Loma her êrîş dike. Lê em ê heta dawî li dijî dagirkeriyê bisekinin. Dewleta tirk çav bera aramiya hemû gelan daye. Ji bo berjewendî û planên xwe yên qirêj mirovan dike qurban. Ne hewce hêzên dagirker û xwînxwar in. Em dikarin xwe bi rê ve bibin. Em her dem ji bo rûmet û aramiya gelê xwe têdikoşin. Em ê vê têkoşîna xwe jî bidomînin û nehêlin ku dewletên dagirker ên wekî tirkiyeyê bigihêje armanca xwe.