Jinên Hesekê bi şuştina hiriyê zivistanê pêşwazî dikin 2018-11-21 09:01:48   Ronîda hacî    HESEKÊ - Bi hatina zivistanê jinên Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê ketin nava tevgerekê û dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin. Jinên bi navê Fatma Ehmed û Efra Îbrahîm jî ketine nava tevgera şuştina hiriyê û bi vî awayî zivistanê pêşwazî dikin. Fatma û Efra gotin:"Bi salan e ku em bi kedek mezin her dem zivistanê pêşwazî dikin. Em tedarikên xwe dikin û zivistanê jî bi rehetî li derbas dikin."   Jinên bi navê Fatma Ehmed û Efra Îbrahîm ku li Taxa Til Hecer a Heseka Rojavayê Kurdistanê dijîn bi şuştina hiriyê barekî giran ê zivistanê ji ser xwe radikin û dibêjin:"Em ji zarokatî hînî vî karî bûne û em bi vê yekê alîkariya cîranê xwe jî dikin. Bi vê yekê di nava me de parvekirin û germahiyek ava dibe."   'Alîkariya bi hev re hêz û moral dide mirovan'    Fatma Ehmed a 65 salî diyar kir ku keda destan hêzê dide mirovan û wiha got:"Heta em hebin em ê bi hev re bi jiyanek hevpar alîkariya hevdu bikin. Çimkî alîkariya bi hev re hêz û moral dide mirovan. Mirov dema ku bi hev re tev bigere wê demê pirsgirêk jî kêm dibe. Niha em alîkariya hevdu dikin hiriya xwe dişon û em bi vê sayê zivistanî dijwariyê nakişînin."   'Keda mirovan bi rûmet e'   Efra Îbrahîm a 55 salî jî anî ziman ku keda mirovan bi rûmet e û wiha got:"Em hiriya xwe dişon û lihêfan çê dikin. Bi vî rengî em zivistanê pêşwazî dikin. Ez gelek kêfxweş im ku jin afirîneriya jiyanê ye û alîkariya hevdu dikin. Bi salan e ku em bi kedek mezin her dem zivistanê pêşwazî dikin. Em tedarikên xwe dikin û zivistanê jî bi rehetî derbas dikin. Em ji zarokatî hînî vî karî bûne û em bi vê yekê alîkariya cîranê xwe jî dikin. Bi vê yekê di nava me de parvekirin û germahiyek ava dibe."