ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-21 09:00:00   *Bi hatina zivistanê jinên Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê ketin nava tevgerekê û dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin. Jinên bi navê Fatma Ehmed û Efra Îbrahîm jî ketine nava tevgera şuştina hiriyê û bi vî awayî zivistanê pêşwazî dikin. Fatma û Efra gotin:"Bi salan e ku em bi kedek mezin her dem zivistanê pêşwazî dikin. Em tedarikên xwe dikin û zivistanê jî bi rehetî li derbas dikin."   *Hevseroka Partiya Nujenî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elyaa Mûsa di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan bidomînin û got:"Dewleta tirk naxwaze ku projeya netewa demokratîk pêk were û jiyanek aram û ewle ava bibe. Loma her êrîş dike. Lê em ê heta dawî li dijî dagirkeriyê bisekinin."   *Têkoşerên doza azadiyê Delîla Sûr û Roj Engîzek derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê axivîn û gotin:"Li dijî tundiyê têkoşîn û berxwedana hevpar lazim e. Di heman demê de yekîtî û rêxistina jinê azadiya civakê ye." DÎMEN HEYE   *Piştî ku qayûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin  ji wê rojê û şûnve ji bo reklama xwe bike li kolananên ber bi çav dest bi xebatên xapînok kir. Lê tax kuçeyên  Mêrdînê yên ku li ber çavan nînin di nava gelaşê de ne û kevirên wan hemû rabûne. DÎMEN HEYE   *Piştî  ku şaredariyên DBP’ê hatin desteserkirin , destpêkê deskeftiyên jinan hatin hedef girtin. Bi girtina saziyên jinan re ku piştevaniya jinan dikirin hejmara xwekujî,tundî û destavêjiyê  li heremê zêde bû. Li Colemêrgê jî navenda jinan bi minesebeta “Ewlehî di talûkê de ye” girtin û veguherandin cihê nobedariya polîsan.   *Parastina Jinan a sala borî bi jinan re hat pêşxistin îsal dîsa bi vî navî di 25’ê Mijdarê wê li qada bin. Buse Uçer ya ji parastina jinan diyar kir ku ew li dijî dijminê jinan ne bê parastin in û bang li hemû jinan kir ku torên xwe ava bikin, parastina xwe pêk bînin û tevlî qadên 25’ê Mijdarê bibin.DÎMEN HEYE   *Parêzer Cansu Şekercî diyar kir ku li girtîgehan cezakirin veguheriye pêkanînê û wiha got:” “ Peymana Mafên Zarokan a NY’ê jî dibêje divê girtin çareya dawî be. Hejmara zarokên girtî li welatê me zêde ye. Girtin wek rêbaza ceza dertê pêş me. Em li dijî hepskirina zarokan e.”DÎMEN HEYE   *Jinên ku hewl tê dayîn bi şer, xizanî, kevneşopiyên paşverû û faşîzma olî bên çewisandin, seranserê salê li Îran, Afganîstan, Misir, Suudî Erebîstanê li dijî pergala serdest a mêr û qanûnên mêr berxwe dan.   *Gamze ya bi salan rastî îstîsmara zayendî ya birayê xwe hat, di 9’ê Mijarê de her tişt îfşa kir û hewl da întîxar bike. Gamze ya bi piştevaniya jinan li ser piya man wiha got: “19 salan ez pir tirsiyam. Piştre min ferq kir ku ev ne şerma min e, ya birayê min e. Ne rewşeke divê mirov bêdeng bimînin. Her ku bêdeng bimînin, wê bûyerên wisa zêde bibin. Bila tu kes bêdeng nemîne.”   *Jina bi navê Derya ku li Îranê rastî şîdeta birayê xwe hat û hewl dan bi mêrekî mezin re bizewicînin, revya Tirkiyeyê û li vir jî rastî şîdet û tacîzê hat. Derya ji bo biçe welatekî sêyemîn bi rojane li ber NY’ê dipê û banga piştevaniya jinan kir.   *Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu got li Tirkiyeyê jî li cîhanê jî jin her têdikoşin û wiha got: “25’ê Mijdarê ji bo me xwedî wateyek sembolîk e. Piştevanî dide jiyîn, şîdet dikuje. Em piştevaniyê bi hev re zêde bikin.” DÎMEN HEYE   *Jinên ku saziyên wan hatin girtin û xebatên wan hatin sekinandin diyar kirin ku ew bi hev re xurt in û divê li dijî şîdeta li ser jinê kolanan terk nekin.DÎMEN HEYE   *Derbarê 25'ê Mijdarê de Jînên Şengalê diyar kirin ku ew ê li dijî tundiya bi salan serî netewînin û gotin ku heta ew yek bin dê tundiya mêr nikaribe wan têk bibe.