Platforma Jinan a Mêrdînê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê diyar kir 2018-11-20 17:14:23   MÊRDÎN – Platforma Jinan a Mêrdînê li avahiya  KESK’ê bi tevlibûna gelek jinan aşkera kir.     Platforma Jinan a Mêrdînê li avahiya  KESK’ê bi tevlibûna daxuyaniyeke tevlibûna sedan jinan aşkera kir.    Bernameya 25’ê Mijdarê ya Platforma Jinan a Mêrdînê wiha ye:   *22’ê Mijdarê: Wê jin li avahiya KESK'ê bên gel hev û ji postexaneya Mêrdînê ji jinên girtî re kartan bişînin.   *23’ê Mijdarê: Li avahiya KESK’ê jinên ku bên li gel hev dê derbarê “Tundiya li dijî jinê û kuştina jinê” de jinan bi bernameyekê agahdar bikin.   *25’ê Mijdarê: Jinên ku li Parka Karayollari bên li gel hev  wê standê vekin,  kursiya serbixwe ava bikin, pêşangeha wêneyan bidin pêşandan, şanoya kolanan bidin pêşandan  û daxûyaniyê bidin.   *25’ê Mijdarê: Jinên ku li Taxa Deriyê Amedê bên gel hev, bi erbaneyan wê  ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin.   Ji aliyekî din ve jî îro li Qada Azadiyê ya Qoserê stand hat vekirin û Hevseroka HDP’ê yên Mêrdînê Eylem Amak û Meclîsa Jinên Qoserê tevlî standê bûn.