'Di warê binpêkirina mafên zarokan de tabolyek reş heye' 2018-11-20 14:46:03   ENQERE - Li gorî rapoara ku ji aliyê Sekreteriya Jinan a Navenda Egtîm Sen'ê hat amadekirin, di nava salekê de bi deh hezaran zarok bi îstîsmar, tundî, kuştinê re rûbirû hatine hiştin û ber bi întîharê ve tên dafdan. Di raporê de wiha hat gotin: "Dema ku em li rewşa mafên zarokan dinêrin em bi tabolyekê reş ku nayê qebûlkirin re rûbirû dimînin."   Sekrteeriya Jinê ya Navenda Egtîm Sen'ê bi minsebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan daxuyaniyeke nivîskî da.  Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku peymana mafên zarokan di 20'ê Mijdara 1989'an de ji aliyê Netweeyên Yekbûyê ve hatiye qebûlkirin û ev tişt hat gotin. "Mijara bingehîn a di Peymana Mafên Zarokan de ew e ku di navbera zarokan de cudakarî neyê kirin, parastina mafê wan ê jiyanê û  pêşketina wan e. Ev peyman bi erêkirina xwe ya ji aliyê 196 welatan ve hatiye qebûlkirin û bi taybetmendiya xwe peymana ku herî zêde îmzeya welatan li binê heye tê naskirin."    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku Tirkiyeyê jî ev peyman di sla 1990'î de îmze kiriye lê di sala 1995'an de kiriye meriyetê û wiha hat berdewam kirin: "Tirkiye ya ku ev peyman îmze kiriye di heman demê de, alîgira Peymana Mafên Civakî,  Çandî ya Naveneteweyî ye. Xalên peymanê yên 13 û 14'an di nav xwe de mafê perwerdeyê dihewînin. Li gorî vê ji bo komên neteweyên cuda û olên cuda jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û perwerdeya olla xwe jî dihemwîne. Dema ku em li gorî van krîteran dinêrin ji bo welatê xwe em bi taboleyek reş ya mafên zarokan re rûbirû dimînin."    Di daxuyaniyê de hin xalên girîng ên di warê binpêkirina mafên zarokan de wiha hatin rêzkirin:    "*Li gorî peymanê li Tirkieyyê mafê hemû zarokên ji neteweyên cuda yên wekî Kurd, Laz, Çerkez û hrw.heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin û ev mafên wan ê herî bingehîn e.   *Ferzkirina dersa olê ya li zarokên ji olên cuda tên li gorî peymanê qedexe ye. Lê li gel ku qedexeye jî ev ders li hemû zarokên ji olên cuda tên tê fezkirin.   *Li Tirkiyeyê mîlyon û nîvek zarokên penaber di bin parastina demî de ne. Ji van zarokan tenê 610 zarok dikarin biçin dibstanê. Bi vê re li gorî daneyên Wezareta Perwerdeya Millî ya Tirkiyeyê, hîna ji 350 hezarî zêdetir zarkên penaber ji mafê xwe yê perwerdê bêpar in.    *Li gorî rapora Rahijmendiya Perwerdeyê, li Tirkiyeyê ji nîvî zêdetir zarokên astengdar ji mafê perwerdeyê bêpar hatine hiştin.   *Eğitim Reformu Girişimi raporuna göre, Türkiye'deki engelli çocukların yarısından fazlası, yani yaklaşık 300 bini eğitim alamıyor.    * Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkieyyê  82 zarokên keç 3 hezar û 85 zarok di girtîgehan de tên girtin. Dîsa li gorî daneyên heman wezaretê di sala 2017'an de 100 hezar û 608 zarok teşwîkî suc hatine kirin.    *Li gorî daneyên 2017'an yên Komeleya Civaka Sivîl derbarê zarokên girtî de, ji sala 2009'an heta Adara 2017'an 17 zarokan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, ji van 9 zarokan bi riya 'întîharê' jiyana xwe ji dest dan.   * Li gel ku sala 2018'an wekî sala têkoşîna li dijî kedkariya zarokan hat îlankriin jî di vî derbarî de tu xebat nehatiye kirin.    * Li gorî daneyên Rapora Li Tirkiyeyê Kedkariya Zarokan û Mirinên li ser Kar ji sala 2013'an heta meha 5'an a sala 208'an  319 zarokan li ser kar jiyana xwe ji dest dane. "   *Türkiye'de Çocuk İşçiliği ve İş Cinayetleri Raporu'na göre 2013'ten 2018'in ilk 5 ayına kadar 29'u mülteci/göçmen olmak üzere 319 çocuk iş cinayetinde yaşamını yitirmiştir.    *UNICEF'ê diyar kri ku di sala 208'an de  di 4 mehên ewil ên salê de ji ber pevçûnên li welatan bi sendan zarokan jiyana xwe ji dest dane.   * Li gorî Rapora binpêkrina mafan a ÎHD'ê jî, li tirkiyeyê 8 zarokan di encama qelibîna wesayitên zirxî de û 24 zarokan jî ji ber xetayên fermî jiyana xwe ji dest dane.  Herwiha ji ber mayînan jî 6 zarokan jiyana xwe ji dest daye.    *İHD'nin İnsan Hak İhlalleri Bilançosu'na göre, 8 çocuk zırhlı araç ya da sivil polis aracı çarpması sonucu; 24 çocuk resmi hata sonucu hayatını kaybetmiştir.    *Li gorî daenyên fermî di sala 2017'an heta 6 mehên ewlil ên sala 2008'an yanî di 18 mehan de 21 hezar û 957 zarok ducanî desrbasî qeydan hatine kirin.    *Li gorî daenyên Platforma Emê Kutina Jinan Rawestînin; di  sala 2017'an de 387 zarok û heta Cotmeha 2018'an hezar û 20 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane.