Li Êlihê starta hilbijartinê bi gerandina govendê hat dayin 2018-11-20 13:46:34   ÊLIH - Li Êlihê starta hilbijartinê bi gerandina govendê ya jinan hat dayin. Di starta hilbijartinê de peyama 'HDP heye û hemû rengan di bin sîwana xwe de dihewîne' hat dayin.    Starta hilbirjartina ku dê di 31'ê Adarê de bê çêkirin li ber avahiya bajêr a Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) bi daxuyaniyê hat dayin. Rêveberên HDP, DBP, hevkarên HDP'ê, Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Ipekyuz, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî daxuyaniyê bû.    Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik di daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê bi hêzek mezin amadekariya hilbijartinên herêmî bikin û ew ê li kuçe, navçe, gund, bajêr li hemû derê bigerin û bi gel re werin gel hevdu. Her Bêrîvanê anî ziman ku ew ê bi coşek mezin amadekariyê hilbijartinê bikin û bi ser bikevin.    Rêveberê HDP'ê Mahir Bekleyiş daxuyanî xwend û bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'ê û kaosa ku li welat tê jiyîn.    Piştre jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî daxuyaniyê bûn stran gotin.   Daxuyanî bi tilîlî û bi çepikên jinan bi dawî bû.          .