TJA: Em ê mîrasa têkoşîna azadiyê bidomînin 2018-11-20 12:39:03   AMED - TJA'yê bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî parve kir û di daxuyaniyê de peyama berdewamiya têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê da.    Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê mîrasa têkoşîna azadiyê bê domandin.    Daxuyanî wiha ye:   "Di 58'emîn salvegera qetilkirina xwîşkên Mîrabel ên ku li komara Domînîkê li hemberî dîktatorekî destbixwîn têdikoşiyan de, hîn jî tundiya ku ji aliyê hişmendiya serdesiya mêr ve tê kirin nehatiye guhertin.   Hişmendiya pergala dewleta baviksalarî ya ku veguherîye rejîma yek zilamî û hemû qadên jinan tecrîd kiriye, jin ji jiyana civakî û siyasî derxistiye û bi îstîsmara baweriyê jin di nava malbatê de hepis kiriye red dikin.   Em ê li hember siyaseta şerê taybet ê ku di sedsala 21'emîn de mafê kurtajê qedexe kiriye û ji bo şerê Cîhanê yê 3'emîn welidandina leşkeran li ser jinê ferz kiriye, azadî, maf û temsîliyeta wekhev ya jinê îllegal kiriye û li hember siyaseta şerê taybet yê li dijî jinê têbikoşin. Li dijî êrîşên li hev jiyana azad, temsiliyete weh hev, hev serokatiyê siyasi, abori, xwazayî, çand, perwerde ya azad, tendiristî, zimanê zihmakî emê têbikoşin   Em jin ên ku berî her kesî di malê de hatine tecrîtkirin, em di kesayeta jinê de armanca bêvînkirin û tecrîdkirina zarok û civakê baş dizanin. Ji vê sedemê Pergala tecrîda îmraliyê li hemberî rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan wekî tecrîta li ser jinê pênase dikin.   Em ê di 25'ê Mijdara îsal de,bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê têk bibim, jiyanê azad bikin" dengê xwe li hemû qadan bilind bikin.   Em ê li hember polîtîkayên ku di civakê de rê li ber fûhûşê, hişbirê, îstîsmarkirin û tundiya li dijî zarokan, tacîz û tecawîzê vedikin têkoşînê bilind bikin. Em ê li hember hişmendiya zayendperest, olperest, nijadperest, li hember zewaca bi darê zorê û li hember zewaca bi tecawîzker re bisekinin û têbikoşin.   Zihniyeta DAÎŞ'ê ku li Efrînê li ser jinan tê domandin li dijî mirovahiyê ye. Erîşa li ser jinên Efrînî li ser hemû jinên cîhanê ye û tu car qebûl nabe.   Em ê vê mîrasa têkoşîna azadiya jinê ya ku me ji Roza'yan, heta Sara'yan, ji xwîşkên Mîrabel heta Sêvê'yan girtiye mezintir û bilindtir bikin.   Em bi hişmendiya ‘Em bi hev re bi hêz in,em ê bi rengê xwe bi dengê xwe û têkoşîna xwe mezintir û xwirtir bibin û vê tarîtiyê bi dawî bikin.   Wekî TJA'yê em bang dikin ku heftaya 25' ê mijdarê li her malê, kuçeyê, gund, bajarok, navçe, bajaran de jin li qadan bin berxwedanê bilind bikin."   Daxuyaniya nivîskî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî yekitiya jinan", "An azadî an Azadî" bi dawî bû.