Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê starta hilbijartinê da 2018-11-20 12:14:51   AMED - Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê starta hilbijartinên herêmî da. Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Filiz Buluttekin bang kir hemû hemû kesên dixwazin li HDP'ê xwedî derkevin serî lê bidin. Filizê got:"Kesên ku tundiyê li jinê dike û ji zewacekê zêdetir dike em serîlêdana wan qebûl nakin."   Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta hilbijartina ku dê di 31'ê Adara 2019'an de pêk were da. Di daxuyaniya ku li Avahiya HDP'ê hat dayin hat gotin ku dê serîlêdanên ji bo hevserokatiyê bê qebûl kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya bajarê Amedê Filiz Buluttekin, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Naşide Toprak û Îbrahim Çiçek ve pêk hat.    'Em ê bi hev re bi ser bikevin'   Filizê da zanîn ku ew hewld didin ku bigihêjin hemû gel û got:"Em ê bi hev re bi ser bikevin."   'Ew ê rêgeza me ya wekheviyê bidome'   Filizê her wiha diyar kir ku kesên ku tundiyê li jinê dike û ji zewacekê zêdetir dike ew serîlêdana wan qebûl nakin û got:"Di partiyên din de jin wekî kole tê dîtin. Lê ew ê rêgeza me ya wekheviyê bidome. Dê jin jî qansî mêran bibe xwedî mafê gotinê."   Filizê piştî axaftina xwe pirsên rojnamegeran bersivand.