Ji ber rengên kesk, sor û zer hatin binçavkirin 2018-11-20 12:03:36   RIHA - Di hineya dawetekê ya ku li Wêranşarê hat çêkirin polîsan ji ber rengên kesk, sor û zer bav û 3 xwişkên zavê kirin bin çavan.    Li Kuçeya Hurriyeta Navçeya Wêranşarê ya Rihayê di şeva hineya dawetekê de ji ber ku bi simalên bi rengê kesk, sor û zer govend hat gerandin polîsan xwediyê hineyê û 4 kes kir bin çavan. Ramazan Surer û zarokên wî Rozerin, Fikriye û Yaze Surer hatin binçavkirin. Berê ew birin Emniyeta Navçeyê piştre jî birin Şaxa Tema Rihayê.