Kujerên Ugur ê ku hat kuştin 14 sal in li derve ne! 2018-11-20 11:10:03   Rojda Aydin   MÊRDÎN -Di ser  qetilkirina  zarokê bi navê Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ku li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsan ve di 21’ê Mijdara 2004’an de hatin qetilkirin re 14 sal derbas bûn.  Dayika Ugur Kaymaz, Makbule Kaymaz a ku hîn êşa zaroka wê û hevjînê wê di dilê wê de wekî roja ewl e anî ziman ku kujerê wan hîn li derve ne û ev tişt got: “Êşa min girane û wê tu caran ji dilê min derneyê.Lê kujer li derve digerin û nayên darizandin.”   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin. Di ser kuştina  Ugur û Ahmet Kaymaz re 14 sal derbasbûn lê hêj kujer nehatine darizandin. Di dema bûyerê de çek anîn cem cenazeyê Ugur Kaymaz ê 12 salî yê ku bi 13 guleyan hat qetilkirin û ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve jî bi daxuyaniyeke ku hat dayîn hat gotin “Ugur terorîst e û  amadekariya çalakiyê dikir” û bûyer berovajî kirin. Ugur Kaymaz xwendekarê dibistanê yê pola 5’emîn bû. Kujerên Ugur nehatin darizandin hîna jî li derve ne.    Dayik îxrac kirin peykera wî hat rakirin   Wekî ku kujerên Ugur û bavê wî nehat dîtin, li dijî malbata wî jî zextan berdewam kir. Dayika Ugur, Makbule Kaymaz a ku 12 salan li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya ku girêdayî Şaredariya Qoserê ya DBP'ê bû dixebitî piştî qeyûm hat tayînkirin saziya lê dixebitî hat desteser kirin û Makbule di salvegera kuştina kur û hevjînê xwe de bi KHK’ê hat îxrackirin. Ji bo bîranîna Ugur peykera ku li navenda navçeyê di kefa destên du zarokan de kevok hebû ku ji aliyê şaredariyê ve hat çêkirin jî  bi talîmata Qayimê şaredariya Qoserê  Ahmet Odabaşi ve di 11’ê Hezîranê de hat rakirin û li dewsa wê kuleya saetê hat çêkirin.   'Hîn zaroktiya xwe nejiyabû'   Li gel ku di ser bûyerê re 14 sal derbas bûn jî Makbûle hîn êşa kur û hevjîna xwe wekî roja ewil teze dijî. Makbûle pirsa “Kurê min çi kiriye?” pirsî û wiha berdewam kir: “Ugur li gel ku zarok bû her bêdeng bû. Hevjînê min jîtu carî zirar nedida kesekî. Her dema 21’ê Mijdarê tê ez wan rojan carekedin dijîm û êşa min nû dibe. Ez êdî naxwazim ku tu zarok bên kuştin û dixwazim ku kujer bên ceza kirin. Zarokê 12 salî çawa dibe terorîst. Em zarokên xwe ji bo ku ew bikûjin naynin dinê û xwedî nakin. Êşa min girane û dixwazim kujer bên darizandin."    ‘Tehemûlê peykera Ugur jî nekirin’   Makbule, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser peykera ku ji bo Ugur hatibû çêkirin kirin û piştî qayim tayînî şaredariyê hat kirin rakirin û wiha got: "Bi rakirina peykerê re du caran Ugur hat qetilkirin. Tehemûlî peykera Ugur jî nekirin û rakirin. Ez jî di şaredariyê de dixebitîm û bi hinceta ku min piştgirî daye rêxistinê ez hatim îxrackirin. Bi taybetî di salvegera qetilkirin lawê min û hevjînê min de min ji kar îxrac kirin.”   ‘Zarokê min çi kiribû?’   Makbûle ya ku hîn êşa 14 salan dijî bertek nîşanê kujerên wan ên ku nehatin girtin da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokê min çi kiribû? Îro kujerên hevjîn û kurê min li derve ne. Ez azadiyê û wekheviyê dixwazim. Bila êdî zarokên me neyên kuştin. Kezeba min dişewite. Her roj ew tên bîra min. Tu kes mafê zarokan naparêze. Ez her roj bi vê êşê radibim. Xwestin bi tazmînata ku bidin ser bûyerê bigirin. Lê ez tazmînata wan naxwazim û heta ku kujer bên darizandin ez ê dozê bişopînim.”   Paşroja dozê   Têkildarî bûyerê derbarê 4 polîsan de li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê doz hate vekirin. Lê bi hinceta ewlehiyê birin Eskîşehîrê. Li Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê bi hinceta “Mafê xwe yê parastinê pêk anîne” hemû polîs hatin berdan. Lêkolîna temyîza biryarê jî ji aliyê 1’emîn Daîreya Ceza ve hate kirin û birsyar hat êrêkirin. Bi vê yekê riyên lêgerîna mafê xwe yê malbata Kaymaz hemû hatin girtin. Parêzeran piştî vê yeke doz birin DMME’yê. Di Sibata 2014’an de DMME'yê derbarê bûyerê de  biryara  “Mafê jiyana wan hatiye binpêkirin” da û  Tirkiye di warê madî de mahkûmî 70 hezar avro û ji aliyê manevî ve jî mehkûmî 70 hezar avro yê kir.   Serlêdan li AYM’ê tê sekinandin   Piştî biryarê parêzerên girêdayî Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Mêrdînê ji bo darizandin bê nûkirin serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê dan. Dadgehê tu hincet nîşan neda û serlêdan red kir. Piştre  derbarê biryara ku şandin  Dadgeha Makeqanûnê heta  niha tu pêşveçûn derbarê wê de nehatiye jiyîn.