Rêxistinbûna nû ya jinên Kurd ên rojnamevan: ROJIN 2018-11-20 10:34:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li derveyî welat, li Belçîkayê konferansek li dar xistin û avakirina ROJIN (Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) ragihandin.   Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê gotin, "Em jinên Kurd ên kedkarê çapemeniyê ku mecbûrî sirgûnê bûne, lê çavê me û dilê me her tim li rêya welat e, ji niha û pê ve bi Ragihandina Jin ên Kurdistanê ROJIN karê xwe dewam dikin."   Konferans li bajarê Charleroî yê Belçîkayê pêk hat û 50 delegeyên li saziyên çapemeniyê dixebitin tevlî bûn.    Li salona konferansê pankartên bi nivîsên 'rastî wê di tariyê de nemînin', 'Jin Jiyan Azadî', 'ROJIN wê rastiya jin û gelan ronî bike' û wêneyên şehîdên çapemeniyê hatin daliqandin.   Di rojeva konferansê de rewşa dawî ya siyasî, rêxistinbûyîn û plansazî hebûn.   Beşdarên konferansê li ser van mijaran sekinînin: "Şerê Cîhanê yê 3. şerekî bîrdozî ye û herî zêde bi rêya çapemeniyê tê kirin. Şexs an civak an jî welat; cihê desthilatdar dixwazin dagir bikin, pêşî bi rêya çapemeniyê bingeha wê ya zêhnî û derûnî ava dikin, hewl didin dagirkeriyê rewa bikin û çapemenî dagirkeran weke hêzên rizgar dikin nîşan didin. Pûçbûna çandî û exlaqî, dijbertiya jinan, zimanê tundiyê desthilatdarî herî zêde bi rêya saziyên çapemeniyê digihînin civakê. Kevneşopiya me ya çapemeniyê hewl dide rûyê rastî yê şerên desthilatdariyê nîşan bide, dengê bindest û berxwêderan esas digre û ev kevneşopî bi bedelên giran hatiye avakirin. Destketiyên tevgera me ya azadiyê mezin dibin û ev jî derfetên rêxistinbûyînê yên fireh ji bo saziyên çapemeniyê ava dike. Di vê pêvajoya tevlîhev de têkoşîna jinê hêza herî mezin a çareseriyê ye. Berpirsiyariya me ya li hember şoreşa jinê mezin e, hewceye em wê ragihînin."   Daxuyanî hat dayin   Piştî konferansê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayin û avakirina ROJIN hate ragihandin. Endama Desteya Weşanê ya Stêrk TV Gulîstan Îke bi Kurdî, endama Desteya Weşanê ya Medya Haberê Heval Aslan bi Tirkî daxuyanî dan.   Daxuyanî wiha ye: "Medyaya ku armanca xwe ya damezrandinê ew e der barê bûyeran de raya giştî agehdar bike û yekser bandorê li cîhanê dike, roja îro mixabin ji reseniya xwe hatiye bidûrxistin û bûye navgîna şer, dezenformasyonê û manîplasyonê ya desthilatan û navendên sermayeyê. Medyaya ku bi vê 'mîsyon'a xwe ve nikare zanyariya objektîf ji bo raya giştî veguhêze û tûşî rojên tarî bûye heta ku jê tê civakê jî dike apolîtîk û li ber rûdanan hestên wê ko dike.   Ev medyaya ku bi fermanên desthilatan kar dike agirê neteweperestiyê, cinsiyetparêziyê, olperestiyê û milîtarîzmê geş dike, bi vê jî nayê ser, bi rêya bê jimar dane û angaştên derew rastiyê serobino dike, pê re jî dagiriyê, kedxwariyê û kuştinê rewa dike.   Bê guman wê bibe xapandineke mezin heke em li hêviyê bimînin ji vê medyaya bi destê dewletê, desthilatê û mêran yektîp kirî wê tiştên çêbin ku ji bo qenciya jinan bin. Di nezera medyayeke wiha de, ya ku şer û kuştarê rewa dike, jin bi tenê 'obce'yek e ku reytîngê dabîn dike û tîrajan bilind dike.   Ji bilî kodên cinsiyetparêz ên nûçeyên der barê jinan di dezgehên medyaya nîzamê de ya xwe spartî dewletê û patronan, di saziyan de jî nêzîkatiyên cudakariyê, tundûtûjiyê û tacîzê yên arasteyî rojnamevanên jin her dewam in û keda jinan nayê dîtin.   Hevparê kuştinan   Çawa ku ji nimûneya Tirkiyeyê ya ku veguheriye rejîma zor û zerbê jî wê bê fêhmkirin; sedema tundûtûjiyê û kiryarên kuştinê yên ku jin bere bere bêtir tûş dibinê, bi qasî qanûnên hişk ên dewletan û pergala baviksalar, ev medya bi xwe ye ku cinsiyetparêziyê gurr dike û wê ji nû ve pêk tîne. Serdestên ku têkoşîna jinan a ji bo maf û azadiyê ya bi sedan salan e berdewam ji desthilata xwe re wekî gefekê dibînin, bêhtir ji hemû rêyên din, bi rêya medyayê êrîşê dibine ser nasnameya jinaniyê, mêraniyê ji nû ve tînin rojevê, tundûtûjiya arasteyî jinan di hemû warên jiyanê de teşwîq dikin û li bal xwe hewil didin ku civakê 'bînine rayê û terbiye bikin'.   Berxwedanek het tim   Li dijî vê zilma ku bi hevkariya dewletê, mêran, artêşê û medyayê di nava qonaxên dîrokê re heta îro ji mirovan re rewa hatiye dîtin, bê şik û guman her tim mirov jî hebûne ku pakî, bedewî û ronahî parastine û pê jiyane. Mirovayî di oxira rastiyan de li dijî êrîşên serdestan ên bi her cureyî ji berê û paş de di nava berxwedaneke berdewam de ye. Digel hemû amrazên zilmê yên nepakan, çênebûye ku mirovayiyê ji hişmendiya wê ya azad biqetînin û wê derdest bikin.   Şervanên heqîqetê   Di dîroka medyayê de jî helwesta kesên ku xwe avêtine nava êgir da ku bi tenê û bi tenê rastiyan ragihînine civakê, heta helwesta kesên di vê oxirê de xwe feda kirî pirr fêrdar e. Ku ji aliyekî ve nepakî her lê xebitiye rastiyan dapoşîne, ji aliyekî ve jî her tim kes hebûne û bi dil û can beziyane ku bibin şervanên heqîqetê.   Kêmasiya medyaya alternatîf   Her çend dezgehên medyayê yên ku wekî alternatîvên medyaya nîzamê peyda bûne mafê civakê yê agehdarbûnê heta asteke girîng dabîn bikin jî, bi têra xwe serketî nebûne ku keda jinan xuyatir bikin û civak bikaribe kodên cinsiyetparêziyê li pey xwe bihêle. Ji ber ku dezgehên medyayê yên alternatîv nekarîne kodên cinsiyetparêz başebaş li pey xwe bihêlin, ji bo rojnamevanên jin bûye cihê neçariyê ku di warê medyayê de jin sazîbûna xwe û birêxistinbûna xwe jî pêk bînin.   Çapemeniya Kurd a azad   Çapemeniya Kurdan a Azad a ku bi destûra 'Wê rastî di tariyê de nemînin' daye ser rêyê û bi dehan pakrewanên xwe hene ku di oxira heqîqetê de giyanên xwe bexşandine, tevî mişextiyê, komelkujiyê û êrîşên bi her cureyî, her û her li ser rêya rastiyan bûye û di têkoşînê de li dijî serdestan rêberî kiriye. Çapemeniya azad bi xeta xwe ya weşanê ya xwedan rêgez û exlaq rastiyên bi destên serdestan dapoşandî û rûçikên karê medyayê ya desthilatê eşkere kirine.   Rola jinên Kurd   Di nava ragihandina Kurdan de ya xwedî dîrokeke bêhtirî sed salekê rola ku jinên Kurd lîstiye misoger e. Kedkarên çapemeniyê yên jin ên Kurd bi dehan salan li gel kodkirinên nêr têkoşiyan û serkêşî kirin ku zanebûna li ser medyakariya azad a li ser bingehê azadiya jinan pêk bê. Bi dehan kedkarên çapemeniyê yên jin ên Kurd ên ku di vê oxirê de ne bi tenê xwêdana xwe, lê xwîna xwe jî rêtine fêr bûne ku mesele ne ew e mirov objektîf bigire, lê mesele ew e ka pêwîst e mirov berê objektîf bi kîjan armancê bide kê derê.   Kedkarên jin ên canê xwe feda kirine   Emel Çelebî, Ronahî, Gûrbetellî, Zeyneb, Canda, Dîdar, Rojînda, Berfîn, Hebûn, Yildiz, Şîlan, Zîlan, Ekîn, Arjîn, Sarya, Nûjiyan, Denîz û Dilîşan ên medya wekî warekî têkoşînê dîtî di vê têkoşînê de giyanê xwe gorî kirin û li hemberî dijminên jinan û civakê daketine meydanê.   Em barê vê mîrateya têkoşînê ya watedar a wan hiştî hiltînin û wekî berpirsyariyeke exlaqî û wijdanî dizanin ku em berdewam bibin bi doza wan a 'nehiştina rastiyan di tariyê de' ya ku wan di oxirê de giyanên xwe bexşandine.   Rêwitiya bi Rojîn re   Wekî kedkarên çapemeniyê yên jin ên Kurd ên ku neçar hatine hiştin li mişextiyê bixebitin û berê dilê wan her tim li welatê wan û bûyerên li wê derê ye, ji vir û wiha em ê bi ROJIN'ê (Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) di rêya xwe de berdewam bibin."   Kadroyên din ên di nava saziyên çapemenî weşanê yên ROJIN de cih digirin, wê Meclîsa ROJIN pêk bînin. Ji bo rêveberiya ROJIN jî 23 kesên ji nûnerên saziyên çapemenî weşanê hatin hilbijartin.   Rojîn wê çi bike?   Li ser sekn û armanca ROJIN jî ev agahî hate dayin:   * Yekser berevajî medyaya nêr a ku hebûna takekesî ya jinan înkar dike, bi armanca bidestxistina tîrajê yan jî reytîngê wê di nav rûpelên magazînê re dike, nûçegihaniya li ser bingehê azadiya jinan yek ji girîngtirîn prensîbên weşanê yên ROJIN'ê ye.   * Yek ji karên pêşîn ên ROJIN'ê wê ew be ku ew ê têbikoşe li dijî medyaya nêr, kevneperesta tundrew, ya ku zimanê regezperestiyê û nefretê bi kar tîne û jihevqutbûna gelan gurr dike, jinan di her warê jiyanê de bêhêma dike, bi dijayetiya kedê û siruştê bangewaziyê ji bo şer dike.   * ROJIN a ku xwe wekî parçeyekî têkoşîna jinan pênase û bi cih dike wê rêça berxwedanên jinan ên di dîrokê de veşartî mayî û wêneyên wan bigerîne û wê bibe şopînera têkoşîna rêxistinên jinan ên cîhanê yên ku xwediyên wê armancê ne wekî tora jinan a gerdûnî vehonin û wê bibe nûnera wê yekê.   * ROJIN, bi îdiaya ku ji hunerê heta bi siyasetê, ji kûçeyê heta bi malê, ji têkoşînê heta bi rêxistinîbûnê, ji aboriyê heta bi ekolojiyê, ji tenduristiyê heta bi werzîşê, di hemû warên jiyanê de bibe deng, pênûs û hêviya jinan, wê di şopandina nûçeyan de berdewam bibe.   * Çi bav, çi bira, çi destgirtî, çi mêr, çi karbidest, çi dewlet, çi jî biyanî, kî dibe bila be, heke ji mêran mêrekî yan jî ji mekanîzmayan mekanîzmayekê bi awayekî ji awayan êrîşek bire ser jinan, ya jî îstismara cinsî li wan sepand, ROJIN wê heta dawiyê mil bi mil li gel wan têbikoşe û bibe şopdara rastiyê.