20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan: Rastiya zarokên penaber 2018-11-20 10:19:24   STENBOL - Li gorî raporên NY û UNICEF’ê li cîhanê 28 mîlyon zarok di statuya penaberiyê de ne. Ev rêje her diçe zêde dibe û nîvê zarokên penaber ji mafê perwerdeyê bêpar tên hiştin, bi dehezaran di riya koçberiyê de winda dibin.   Li cîhanê ji ber bandora şer encamên şîdetê zêde dibin û yên herî zêde mexdur dibin jî zarok in. Di 10 salan de hejmara zarokên penaber du qat zêde bûye. Li gorî rapora UNICEF’ê 28 mîlyon zarok ji ber şer û karasetê koçber bûne. Tenê ji şerê Sûriye û Iraqê 14 mîlyon zarok bi bandor bûn. 10 mîlyon zarok li gorî raporê di statuya penaberiyê de ne. Dîsa li gorî raporê mîlyonek zarokî serlêdana starbûnê kirine lê hîna rewşa wan bi encam nebûye. 17 mîlyonê din jî li welatên xwe ji ber pevçûnan neçar mane malên xwe terk bikin.   Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê ji dawiya sala 2017’an şûnde ji 13 mîlyonî zêdetir zarok di statuya penaberiyê de ne. Li gorî raporê 7 mîlyon 400 hezar zarok di dema dibistanê de ne û sala borî ev 500 hezar zêde bûye. 100 hezar zarokî serlêdan kiriye, bi dezaran winda ne   Di raporê de hat gotin ku ji sedî 45’ê zarokên penaber ji Suriye û Efganîstanê hatine û di 2015’an de li 78 welatî 100 hezar zarok bêyî refakat daxwaza starbûnê kirine. Di 2015’an de ji zarokên serlêdana starbûnê li welatên Ewropayê dane jê 96 hezar û 465 heb winda ne. Piraniya wan dibin meta bazirganiya mirovahiyê ye. Di 2016’an de ji 63 hezarî zêdetir zarok bêyî ku kesek ji xizmên wan ligel wan bin gihaştin Ewropayê.    Ji sedî 74’ê zarokan ji perwerdeyê bêpar mane   Li gorî Navenda Lêkolîna Siyasî û Koçberiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê li Tirkiyeyê ji çileyê 2017’an heta niha 230 hezar zarok hatine dinê. Li gorî raporê hejmara zarokên dema wan a dibistanê hatiye 968 hezar e û ji van 500 hezar nikarin biçin dibistanê. Ji sedî 74’ê zarokên li kampa najîn ji mafê perwerdeyê bêpar tên hiştin.   Zarokên penaber di civakê de her tim rastî şîdetê tên û çend bûyerên di çapemeniyê de jî hatine dîtin wiha ne:   *Di 24.09.2017’an de li Mêrsînê zarokê bi navê M.D yê ji Sûriyeyê bi 25 darbeyên kêrê hat kuştin. Kujer gotibû jê re dijûn kiriye û ji ber vê ew kuştiye. Dîsa di 09.09.2017’an de li Stenbolê cesedê zarokê bi navê R.A yê 8 salî yê Sûriyeyê di tenekê çopê de hat dîtin.   * Rojnameya Tîmes di weşana xwe ya 11.09.2017’an de îdia kir zarokên penaber ên Sûriyeyê ku ji şer direvin Tirkiyeyê bi 5-6 lîrayî tên firotin. Nayê zanîn ku der barê îdiayande lêpirsîn hatiye vekirin an na.   *Di 12.09.2017’an de li Stenbolê di encama operasyona hat kirin de derket holê ku 36 zarokên Sûriyeyê parsekî lê tên ferzkirin. Zarokan di îfadeyên xwe de diyar kirin cihê lê dimînin qet ne baş e û gotin rastî şîdetê tên.   *17 zarokî hewl da întîxar bike. Ji van 12 hebî jiyana xwe ji dest dan. 5 zarokî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   *Dîsa di qada civakî de 136 zarok, 24 zarok li malê, 7 zarok li dibistanê hatin derbkirin.   *308 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.   *Li gorî Rapora di Perwerdehiyê de Zayendperestî ya Egîtîm-Senê di 5 mehên ewil ên 2017’an de 182 zarok li dibistan û cihên din ên pewerdeyê dibînin rastî îstîsmarê hatine.