Evîn Siwêd: Divê li dijî tundiyê em dengê xwe bidin bihîstin 2018-11-20 09:04:09   Civîn Husên    QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de diyar kir ku ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe divê di destpêkê de jin seferber bibin û xwe bi rêxistin bikin û got:"Em ê hemû jin bibin yek, li dijî tundiyê li kolanan bin û divê em li dijî tundiyê dengê xwe bidin bihîstin."   Derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd nirxandin kir û got:"Tevgera Jinê Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê ji bo 25'ê Mijdarê dê çalakiyen cur be cur li dar bixe. Ji bo tundî bi dawî bibe em ê xebatên xwe bidomînin."   'Divê destkeftiyên jinan bi rêya zagonan bê parastin'   Evînê bal kişand ser parastina destkeftiyên jinan û wiha got:"Em xebatên xwe berfirehtir dikin da ku her cureyê tundiyê ji holê rabe. Tundiyek mezin jê hedefgirtina destkeftiyên jinan e. Divê deskeftiyên jinan bi rêya zagonan jî bê parastin. Dema ku destkeftiyên jinê bê parastin di heman demê de dê destkeftiyên civakê jî bên parastin. Her wiha em ê cureyên tundiyê yên ku li Efrînê hatine kirin jî bikin rapor û bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Her wiha tundiya ku niha li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê kirin em wekî jin tundiya li ser xwe dibînin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê em her li berxwe didin."   'Mêrê jî tevlî çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê bibin'   Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê hemû jin bibin yek, li dijî tundiyê li kolanan bin û divê em li dijî tundiyê dengê xwe bidin bihîstin. Çalakiyên me dê li seranserê Rojavaye Kurdistanê bi dirûşma "Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin" dê bidome. Tevgera Jinê Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê ji bo 25'ê Mijdarê dê çalakiyên cur be cur li dar bixe. Ji bo tundî bi dawî bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Îsal dê mêr jî beşdarî çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê bibin. Ji bo tundî ji holê rabe divê mêr û jin bi hev re tev bigerin. Me soz daye şehîdên xwe ku em heta dawî li dijî hemû cureyên tundiyê têbikoşin."