Girtiyên Tîpa T a Manîsayê hatin tehdîtkirin 2018-11-19 15:55:41   MANÎSA - Malbatên ku çûn serdana xizmên xwe yên li Tîpa T a Manîsayê girtîne, gotin ku gardiyanan ji girtiyan re gotine 'Ji we hinekan em bikujin rihê kesekî nabihîse' û ew bi vî awayî tehdît kirine.    13 girtiyên siyasî yên ku li koguşa C-16 ya li Tîpa T a Manîsayê ji ber ku hejmara li ser lingan qebûl nekirin, ji 6'ê Mijdarê heta niha bi êrîşa gardiyanan tên rojevê. Piştî vê yekê malbatên girtiyên bi navê Celal Tekin, Adem Bozkurt, Abdullah Ataş ve Muhlis Karan çûn girtîgehê.    Malbatên ku hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku hîn zextên li ser girtiyan didomin. Malbatan diyar kirin ku xizmên wan ên girtî ji ber êrîşan nikarin bimeşin û biaxivin û gotin:"Ser çavên hemûyan mohr bûbû. Li dest û lingên wan birîn hebûn." Girtiyan tiştên ku jiyane bi saya raya giştî dan bihîstin.    'Ji we hinekan em bikujin rihê kesekî nabihîse'   Her wiha malbatan diyar kirin ku xizmên wan gotine heqaret û derbkirin didome û gotin:"Ji ber ku ji koguşa edliyan şîşeya cam hat avêtin Celal Tekin ji serê xwe birîndar bû. Gardiyan ji girtiyan dibêje 'Ji we hinekan em bikujin rihê kesekî nabihîse'. Wan dibin cihê bê kamera û li wan dixin. Girtî êdi ji jiyana xwe bi guman in."