Li Girtîgeha Bakirkoyê binpêkirina mafan zêde dibe 2018-11-19 14:18:51   İSTENOL - Dîlan Turan a ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoy name şand, diyar kir ku nameyên ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên xwendin dubare li orta kawîşê bi deng tên xwendin. Dîlanê, destnişan kir ku di hefteyekê de 3 caran li kawîşan lêgerîn dikin û nexweşan dernaxin revîrê.    Zextên li ser girtiyan berdewam dikin. Girtiyên Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê diyar kirin ku rayedar nayên wan li naverasta kawîşê bi dengê bilind dixwînin û di hefteyekê de 3 caran li kawîşên wan  lêgerîn dikin. Dîlan Turan a 24 salî ku ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoy name şand, diyar kir ku nameyên ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên xwendin dubare li orta kawîşê bi deng tên xwendin. Dîlanê, destnişan kir ku di hefteyekê de 3 caran li kawîşan lêgerîn dikin û nexweşan dernaxin revîrê.     'Destûr nadin em bi hevre xebatên hevpar bikin'   Dîlekê, da zanîn ku nêzî salek û nîve girti ye û wiha got: "Dema ez nû hatim girtin ez tazî kirim û li ser min lêgerîn kirin. Ez rastî lêdanê hatim. Alavê min ên ku girtigehê desteser kiribûn hêj nedane min. Rayedar bi keyfî nêzî me dibin. Me bi hevre dernaxin hewşa hevpar. Yeko yeko derdixin. Destûr nadin em bi hevre xebatên hevpar bikin. Di hefteyekê de 3 caran li odeyan lêgerîn dikin. Fitik bi min re heye. Lê me dernaxin revirê. Hevalek me ya pençeşêrê heye. Salek e wê dernaxin revirê. Sewqa giriyên nexweş bi pirsgirêk e. Dema sewq dikin jî kelepçeyê ji destê wan dernaxin.  Li gel ku saeta hevdîtinê serê sibê ye jî, malbatan heta saet 12.00’an li derve didin rawestandin. Piştre dibêjin 'Saeta hevdîtinê qediya û hevdîtina me û malbatan asteng dikin."