Jinên Dêrsimî ji bo 25'ê Mijdarê amade ne 2018-11-19 14:05:55   DÊRSIM - Platforma Jinê ya Dêrsimê bernameya xwe ya derbarê 25'ê Mijdarê de aşkere kir. Dê bernameya ku 3 rojan bidome li Qada Seyid Riza pêk were.    Platforma Jinê ya Dêrsimê bernameya xwe ya derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de aşkere kir. Dê bername bi çalakiya piştgiriyê ya bi jinên zindanan re dest pê bike û sê rojî bidome. Bername dê bi daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Qada Seyid Riza dê pêk were dê bi dawî bibe.    Bernameya Platforma Jinê Ya Dêrsimê wiha ye:   *Roja Înê ya 23'ê Mijdarê saet di 15.00'de dê çalakiya şandina qartan a ji bo jinên girtî pêk were.    *Roja Şemiya 24'ê Mijdarê saet di 16.00' de dê panela 'Em li dijî tundî, xizanî û bêewlebûnê dibin yek' pêk were.   *Roja Yekmşema 25'ê Mijdarê saet di 13.00' de dê li Qada Seyid Riza daxuyaniya çapemeniyê bê dayin.