Platforma Jinan a Enqereyê di 25’ê Mijdarê de wê kolanan bernede 2018-11-19 09:07:47   ENQERE - Jinên Platforma Jinan a Enqereyê wek her sal wê îsal jî di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin. Nebiye Mertturk diyar kir ku bi salan e li kolanên Enqereyê dengê xwe bilind dikin û wiha got: “Qedeya dewlet û polîsan heta niha em neçewisandin. Ji virü şûnde jî wê neçewisîne.”   Platforma Jinan a Enqereyê ku ji endamên sendîka, sosyalîst, siyasetmedar, xwendekar, femînîst, LGBTÎ û gelek aliyên din pêk tê ji salên 2000’î heta niha li kolanên Enqereyê li dijî şîdet, tacîz û binpêkirinê têdikoşe. Tevî qedexe û binçavkirinên piştî OHAL’ê jî jinan kolan terk nekirin. Endama Platforma Jinan a Enqereyê û Sekretera Jinan Malêngel Nebiye Mertturk der barê geşedanên dawî û têkoşîna jinên platfromê de axivî.   Nebiyeyê da zanîn ku şîdeta li ser jinan kêm nebûye û her diçe zêde dibe û wiha got: “Di sala dawî de ji 400’î zêdetir jin hatin qetilkirin. Gelek kes rastî îstîsmarê hatin. Jin û zarok rastî şîdetê hatin. Bêguman sedema vê heye; Polîtîkayên dewletê û parastina mêrên kujer.Em wek platform xwe ji rojevên jinan yên Tirkiye û Enqereyê berpirs dibînin. Di salekê de li dijî mafên jinan jî êrîş pêk hatin.”   Nebiyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ligel hemû geşedanên dawî li dijî şîdet û tacîzê bêdeng nemane û got wê dîsa ji bo protestokirina şîdeta li hemberî jinan wê di vê 25’ê Mijdarê de li kolanê bin.